Diyarname
Îro em kurtefîlm û belgefîlmekî ji bo temaşekirinê pêşniyar dikin.
'Hevalê me Çayan'
Çayan Demîrel derhênerekî kurd e. Çend sal berê bi xweşiyê ket û hê jî li hemberî wê nexweşiyê ber xwe dide. Hevalên wî bi navê "Arkadaşimiz Çayan / Hevalê me Çayan" belgefîmekî li ser wî û ev pêvajoya berxwedana wî kişandin. Em îro vê belgefîlmî pêşniyar dikin. Belgefîlm 19 deqîqe ye.
'Nikila Qijikê a Xeripî'
Pêşniyara din kurtefîlmê Ferhat Ozmen e. Çîroka dayikek, bêriya welatê xwe bi ser peynîr re dike. Fîlm 13 deqe ye û ji bo hefteyek bê şîfre tê temaşekirin.