Ali Guler / Huseyin Bakir / Ali Dapar
Li Hannovera Almanyayê bi beşdariya Dehezaran Newroz hate pîroz kirin. Şivan Perwer di pîrozbahiyê de got: "Me wekî gel me gelek berdêl da, me gelek êş kişand lê me tu demê dev ji têkoşîna xwe berneda."
Li Hannovera Almanyayê bi beşdariya dehzerana Newroz hate pîrozkirin. Di Newroza ku bi rengên kesk û sor û zer hatibûn xemilandin de gelek axaftinên siyasî hatin kirin. Yek ji wan jî hunermend Şivan Perwer kir. Perwer bi coşa dehezaran derket ser dikê, bi strana "Newroz"ê dest bi pêşkêşkirina stranên xwe kir û got: "Me kurda bi dehan salan gelek berdêl da, me gelek êş kişand lê me tu demê dev ji têkoşîna xwe berneda. Em gelekî bi inyad in. Ger ev inyada me neba em dê îro ne li vir bana."
Şivan Perwer silav li berxwendana gerîla jî kir û piştî got "Hûn çavên min in" wisa got: "Em silavan li lehengê Îmraliyê dikim."
Her wiha Perwer da zanîn ku dewletê qet bersiva daxwaza me ya aştî û biratiyê neda. Perwer stranên wekî “Helebçe”, “Berxwedan Jiyan e”, ”Newroz” û “Herne Peş” xwend.
Dîsa hunermendên wekî Hozan Şemdîn, Kewê, Zozan, Sosin, Bangî û Koma Çarnewa bi stranên xwe coş dan Newrozê
Ji ANF'ê hatiye girtin