Diyarname
Li Tirkiyeyê îsal yekemîn fûara pirtûkan li Çûkûrovayê deriyên xwe vedike. 11'emîn Fûara Pirtûkan a Çûkûrovayê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin di navbera 6-14'ê mehê de bi beşdariya bi sedan weşanxane û saziyên sivîl li dar dikeve.
Di fûarê de 303 weşanxane û saziyên sivîl dê standê vekin, li dor 500 nivîskarî ji bo îmzekirina pirtûkan, axaftin û beşdariya çalakiyên dê li wê derê amade bin.
Fûara ku li Navenda Kongre û Fûarê ya Navneteweyî ya Edeneyê de li dar dikeve de dê nivîskar pirtûkên xwe îmze bikin. Her wiha li dor 80 panel, gotûbêj, pêşangeh û guhdariya helbestan jî dê li dar bikeve.
Ji weşanxaneyên kurdan tenê sê sazî standê vedikin. Weşanên Aramê di nimreya 803A de, Weşanên Ava 803 C de û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî jî di 808J de bi standê xwe li benda xwendevanên xwe ye.
Fûar her roj di navbera saetên 10.00 û 20.00 de vekiriye û ketina wê bê pere ye.