Diyarname
Li dinyayê hejmara mirovan her ku diçe zêde dibe. Niha serjimariya dinyayê gihîşt 6.9 mîlyar î.
Li gor texmînên Fona Serjimariyê ya Neteweyên Yekbûyî serjimariya dinyayê di sala 2010'an de gihîşt 6 mîlyor û 908 mîlyon kesî. Li gor vê yekê di sala 2050'î de dê serjimariya dinyayê bigihîje 9 mîlyar û 150 mîlyon kesî.
Li gor UNFPA'yê Hindistan ku di sala 2009'an de serjimariya wê mîlyarek û 198 mîlyon bû îsal bûye mîlyarek û 214 mîlyon. Di sala 2050'î de jî hejmara wê dê bigihîje mîlyarek û 613 mîlyon.
Tirkiye ku niha tevî kurdan serjimariya wê 75 mîlyon e di sala 2050'î dê dê derkeve 97.4 mîlyon î.