Amed
Afîşên AKP'ê ku li Amedê li bilboardan hatin daliqandin ji aliyê YSK'ê ve hatin qedexekirin.
Li gor biryara YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) di propagandayê de bikaranîna ala Tirkiyeyê qedexe ye.
AKP'ê li Amedê di afîşên ku daliqandin de ala tirk jî bikar anî. Li ser vê yekê YSK'ê ev afîşên AKP'ê yên li Amedê hatin daliqandin qedexe kirin.