Diyarname
Wênesazê kud Serhad Bapir di 23’yê avrêla 2009’an de, li Navenda Çand û Hunerê ya Vafopulio ya Yaredariya Selanîka Yewnanistanê, pêşengeheke berfireh vekir.
Di pêşengeha Bapir a 7’an de 92 berhemên wî yên ku di navbera salên 1988 – 2008’an da afirandine têne pêşkêşkirin.
Hunermendê resam û grafikçêker, di vê pêşengeha xwe ya grafikan da, bi berhemên ku bi teknik û metodên gelek cuda, - yên wekî kolandina bi asît, aquatinda, çêkirina grafikan bi şirêzê (kollagrafia), kolandin û qewartina li ser dar, li ser linoleum û bleksiglass û teknika tevlihev- çêkiriye, dertê li pêş hunerdostan.
Jı bo kataloga pêşengehê, ku bi zimanê yewnanî û bi kurdî (kurmancî) hat weşandin, Şaredarê Selanîkê Vassilios Papageorgopulos û Seroka Navenda Çand û Hunerê ya Vafopulio Kseni Vlaxaki – Miliara pêşgotin nivîsîn. Her wisa rexnegıra dîrokvana hunerê Elli Kokkini – Kaplani jî bi nivîsandina rexneya xwe berhemên Serhad Bapir şirovekir.
Pêşangeha Bapir heta 17’ê meha pêşiya me dê vekirî be.
Ji bo kesên bixwazin herin serdana pêşangehê:
Roj û saetên vekirî:
Sêşem – in: 10.00 – 14.00 û 18.00 – 21.00
Şemû: 18.00 – 21.00
Yekşem: 10.00 – 14.00
Duşem: gırti ye.
Navnîşan: G. Vafopuliu 3, 546 46 Thessaloniki, Greece, Tel.: 00 30 2310 424 132-3 & 425 800 / faks: 2310 412 143