Diyarname
Romana “Don Kîxot” yek ji klasîkên dinyayê ye. Romana Miguel de Cervantes Yekem car di sala 1605’an de hatiye weşandin. Ji wê rojê de heta niha bi gelek zimanî hatiye wergerandin, bûye mijara fîlmên sînemayê, bûye lîstika şanoyê. Yek ji wan jî koma Şanoya Bajêr a Amedê ew derxistiye ser dikê.
Lîstika ku Dilawer Zeraq wergerandiye kurdî, Ferhad Feqî derhêriya wê kiriye. Di lîstikê de Ozcan Ateş, Şahabettin Dag, Berfîn Emektar, Dicle Guneş Yavuz, Ozkan Şeker û Şîlan Alagoz dilîzin. Lîstik yekem car par derket ser dikê û niha ew derketine tûrneya Stenbolê. Li 5 cihan dê bê lîstin.
Bernameya Stenbolê ya Don Kîxotê bi vî rengî ye:
- 22 Gulan, Navenda Çanda Kozyatagi ya Kadikoyê.
- 23 Gulan, Navenda Çanda Soganli ya Kartalê.
- 24 Gulan, Navenda Çanda Cemal Sureyya ya li Tuzlayê.
- 26 Gulan, Navenda Çanda erol Olçok ya li Esenyurtê.
- 27 Gulan, Navenda Çanda Bariş Manço ya li Avcilarê.
Li hemû salonan saet 20.30 de lîstik dest pê dike.
DIÇE ÇANAKKAYE JÎ
Li aliyê din piştî Stenbolê lîstik diçe Çanakkaleyê. Don Kîxot 29’ê mehê saet 20.30 de dê li Salona Navenda Çand û Hunerê ya Levent Kirca bê lîstin.
Ji bo têkilî:
0530 308 29 33