Omer GOLPÎ*
Aboriya ti welat û herêmekê bi tevahî serbixwe nîne, lê belê girêdayî hejmarek faktorên dereveyî ye, lewma ew nêrîna ku dibêje aboriya Herêma Kurdistanê nikare cuda ji aboriya Iraqê pêngavan bavêje, rast nîne û tevî ku rewÅŸa darayî û aboriya Herêma Kurdistanê di jêr bandora rewÅŸa darayî û aboriya Iraqê de ye, lê belê derfetek mezin heye li pêÅŸiya Herêma Kurdistanê ji bo serederîkirineke dirist li gel darayî û baÅŸtir bikarxistina çavkaniyên dehfder ên aborî bo baÅŸtirkirina rewÅŸa jiyanê li herêmê û xweÅŸguzeraniya hemwelatiyan, eger herêm bi xwe bixwaze!
Kêmkirina bihayê pereyê Iraqê, biryareke bilez û ji niÅŸka ve ya Banka Navendî ya Iraqê nebû, weke hunek kes wiha behs dikin, lê belê ji encama lêkolîn û gelek hûrgiliyên ÅŸarezayên derve û navxwe bû ji bo wê rewÅŸa niha ya aboriya Iraqê û ew yek gelek bi zelalî di raporta dawî ya yekîneya hawarçûnê bo reformên darayî ya hikûmeta federal de di jêr navê Kaxeza Spî amaje bi wê hatibû dan.
Kabîneya niha ya hikûmeta Bexdayê, tevî nebûna fraksyonekî parlamentoyê ji bo piÅŸtevanîkirina biryar û planên wê, hinek caran arîÅŸe ye, lê di heman demê de jî derfeteke gelek baÅŸ e ji bo ku bi hejmarek biryarên bingehîn kar ji bo baÅŸkirina rewÅŸa darayî û aboriya Iraqê bike, eger weke rewÅŸeke neçarî be jî, çimku hebûna hikûmetekê ku ser bi ti aliyekî siyasî ve nebe û heta qasekê teknokrat be, derfeta wê yekê çê dike, ku hikûmet di jêr fiÅŸara jidestdana deng û bahora hilbijartinê û aliyên rikeber de, dest ji çaksaziyan yan hin biryaran bernede ku neçarî û pêwîst in û êdî derfeta paÅŸxistina wan nameye, lewma kêmkirina bihayê dînar li hember pereyên din, eger ji bo Iraqê aliyekê erênî û aliyekê nerênî hebe, lê ji bo Herêma Kurdistanê du aliyên erênî û aliyeke nerênî heye.
PiÅŸtî wê destpêkê, dixwazim naveroka gotara xwe ku min dabeÅŸî ser gef û derfetên li pêÅŸiya rewÅŸa daraî û aboriya Herêma Kurdistanê kiriye, bixim ber çavan:
Yek / Gefên li berdem rewÅŸa daraî û aboriya Herêma Kurdistanê:
1-Nebûna zelaliyê (ÅŸefafiyet):
Mixabin Herêma Kurdistanê di dema heÅŸt kabîneyên berê û vê kabîneyê de jî, weke berdewamiya pirsgirêkên kabîneyên pêÅŸtir û berdewamîderê heman siyaseta rêvebirinê, hertim dahatên rasteqîn ji xelkê û nûnerên xelkê veÅŸartine, ew jî bi sedema wê ÅŸêweya rêvebirinê ya herdu partiyên desthilatdar ku ta niha jî li cem wan karê herî li pêÅŸ, jiyandin û baÅŸkirina rewÅŸa aboriya partiyan e nek welat û herêm û sazî, lewma di çend sîmayên cihê de gelek bi hêsanî em diakrin hest bi hebûna du rêveberiyan bikin di warê darayî de, ku ew jî wiha dike em bigihin vê qenaetê ku pirsgirêka aboriya Herêma Kurdistanê berî ku pirsgirêka daketina bihayê petrolê û xercê zêde yê ÅŸerê DAIÅžê û hatina Coronayê be, ew siyaseta ÅŸaÅŸ û çewt a birêvebirinê û bikaranîna nerewa ya jêderên dahatê bi rêjeyek cuda ye, ta dema ku ew herdu partî jî di aliyê siyasî de aboriya Kurdistanê azad nekin, axaftina li ser xalên din ên lawaz û gotûbêj li ser kêÅŸeyên din, giringiyekî wiha nade ti gotin û hewleke zanistî.
Nebûna zelaliyê di dahatê de, bûye sedem ku di ti rewÅŸekê de ti kes û aliyekî çavdêriyê (tevî parlamento û dîwana çavdêriyê) jî nekarin bigihin zanyariyên rast û dirist ên dahatê, dema ku jêderên dahatê jî aÅŸkere nebûn, dê demê êdî derfeta mezin ji bo talankirina dahata welat çê dibe û çênabe ku çavdêriya hejmara rasteqîn a dahatê bê kirin, ku bi rastî milkê xelkê Kurdistanê ne û bi kêmanî nedibû ji nûnerên xelkê veÅŸartî bin.
2-Nebûna saziya daraî û aborî:
Em nabêjin lawazî, çimku ew saziyên li Herêma Kurdistanê erkê aborî û darayî li ser milê wan e, ewqas lawaz in, peyva nebûn baÅŸtir pênaseya wan dike ta lawaziyê, lewma jî mana di vê rewÅŸa niha de, her ji heykelê wezareta darayî ve ta nebûna sîstemeke pêÅŸkeftî ya birêvebirina darayî û aborî ya bi piÅŸtgiriya programên elektronî û ÅŸêwe û standara navdewletî yên bo warên darayî û jimêryariyê, nebûn û lawaziya bankên hikûmî, beÅŸdarînekirina çalak a kerta taybet di warê xizmetguzariya bankî de, lawaziya desthilatê û dezgehên çavdêrî û dadweriyê li hember qorixkariya bazarê ji aliyê kompaniyên partiyên desthilatdar ve û gelek warên din ên têkildarî çalakiyên aborî û darayî û bikarxistinên aborî, gefên mezin in li ser ÅŸiyana aboriya herêmê û eger di salên berî 2011 de ji ber bilindiya bihayê petrolê, bandora wê weke pêwîst derneketibe, lê di pênc salên bihorî de gelek bi aÅŸkereyî kêÅŸeyên xwe nîÅŸan daye û bi ti awayî nabe ku bi hêviya bilindbûna bihayê petrolê careke din guhertin û reformên bingehîn di wî warî de were paÅŸguhxistin yan paÅŸxistin.
3-Karnekirina bi yasa û guhnedana bi jêderên rewatiyê ji aliyê Encûmena Wezîran ve:
Heta niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê, weke saziyeke yaxî ji prensîpên pêÅŸkeftî û ÅŸaristanî, li derveyî rewatiya destûrî û yasayî, gelek kar û biryar û proseyên xwe birêve dibe.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê heÅŸt sal e ti plan û bernameyeke wê ya aborî û darayî tune ye, ti kes li Kurdistanê, tevî wezîran jî, nizanin sala bê çi diqewime? Bi dahata Herêma Kurdistanê, hikûmet giring dide çi? Dixwaze herêm û saziyên wê û xelkê wê ber bi çi asoyekê ve bibe? Dahat kêm dibin an zêde, dahat ji bo kîjan armancî tên arastekirin? Wê yekê jî rewÅŸek afirandiye ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê di vî warî de bikeve paÅŸ herdu hikûmetên Efxanistan û Iraqê jî! ku du welatên herî gendel ên cîhanê ne û hertim di pîwana Rêxistina Åžefafiyetê ya Cîhanî de para sereke ji gendeliyê hene, lê belê yasaya wan a budceyê heye, wate plana wan bo dahatê û xerciyê heye.
Bila em mînakekê di vî warî de pêÅŸkêÅŸ bikin: Tevî hebûna yasaya pabendkar, lê hikûmetê sindoqa malniÅŸîniyê nîne, sindoqa dahatên petrolê nîne, proseya deranîn û firotina petrolê di tarîtiyê de ye, yasaya budceyê nîne, bêyî ti hesavkirinekê bo jêdera wê, desthilat girêbesta pêncî salî îmze dike û mûçeyên yasayî yên karmendan kêm dike û paÅŸ dixe û hinek caran jî nade, gelek binpêkirinên din ên yasayî jî hene, ku pêwîst nake amaje pê bê dan, hemû ewana wiha dikin ku Encûmena Wezîran weke laÅŸekê derkeve di nava çiravekê de di nava heriyê de asê mabe, heriyek ku eger li ser wê ÅŸêweya xwe berdewam be, her tevgereke wê zêdetir wê asê dihêle û proseya niqombûna wê bileztir dike.
4-Zêdebûna hejmara rûniÅŸtvanan û hevdem zêdebûna du jêderên gefê:
Yek ji taybetmendiyên baÅŸên civaka me ev e ku civakeke ciwan e, berdewam jî hejmara wê zêde dibe. Wate jîngeheke guncaw a hêza kar li vir amade ye, eger sedemên din ên alîkar jî hebin, dibe ku ew yek bibe sedem ji bo baÅŸtirkirina rewÅŸa aborî, lê her ev civaka ciwan tejî metirsî û paÅŸerojeke çaverînekirî ye, bi taybet eger rêjeya bêkariyê bi vê rêjeya niha berdewam zêde bibe, di heman demê de rêjeya hejariyê jî.
Bêkarî û hejarî, du bahorên kujek in, ku pir bi hêsanî li gel xwe sîstem û hikûmet û dewletan sist dikin ta asta jinavçûnê, ewqas mênakên zelal jî li ber çavan in pêwîst nake mirov behsa wan bike.
Bi sedema siyaseta ÅŸaÅŸ, ne tenê ÅŸaÅŸ, lê belê kujek û serederîkirina bêrehm li gel wê dahata digihiÅŸt Herêma Kurdistanê, bi taybet ji salên 2005 ta 2014ê, dahat ne tenê nebû sedema pêÅŸxistina jêrxana aboriya herêmê û xweÅŸderbaskirina xelkê wê, lê bû sedema wêrankirina ew jêderên ku demara aborî digeÅŸandin.
Di wê siyaseta ÅŸaÅŸ de, hejmara mûçewergiran hat zêdekirin, gund hatin valakirin, cotkar û ajeldar û baxevan bûne karmendên hikûmetê, kerta çandiniyê hat paÅŸguhxistin, pîÅŸesazî û projeyên biçûk di plan û bernameyên hikûmetê de nebûn, çav li ser dabeÅŸkirina dahata petrolê li ser hemwelatiyan bûn, çi dahata ku ji Bexdayê ve dihat an ya ku nav lê hatibû kirin aboriya serbixwe! Ew jî ji bo ku herdu partiyên desthilatê hejmara alîgirên wan zêdetir be û dengên zêdetir di hilbijartinan de bi dest bixin. Herî dawî yekane derfeta kar ji bo ciwana ku kerta giÅŸtî bû, êdî weke derfetke kar nema, kerta taybet jî hat piÅŸtguhxistin û ji ber qorixkariyê zêdetir kerteke miÅŸexor a xwejîn e li ser piÅŸta kerta giÅŸtî, heya wê astê ku hikûmet di pênc salên bihorî de ÅŸiyana dabeÅŸkirina wê mûçeyê jî nema ku her di bingeh de tejî bû ji nedadmendiyê.
Lema em dikarin bêjin, Herêma Kurdistanê li berdem teqîneke mezin a civakî de ye, teqeînek ku eger heye ji bahorên kujek bêtir zirarê bigihîne laÅŸê her welat û dewletekê, ew jî her heman gefa kujek û mezin e ku her yek ji bêkariya ciwanan û hejarî, wê rûbirûyê Herêma Kurdistanê dikin. Di xwepêÅŸandanên destpêka meha 12 a îsal de me dît, bi çi awayî ciwanên jêr temenê 30 salî bi hêrs in û beÅŸeke wê ji wê gefê derket, di her demekê de jî serhildana wê çaverêkirî ye.
5-Berdewamiya çeka siyasî:
Berdewamiya çek di destê herdu partiyên desthilatdar de, gef û metirsiyekî gelek mezin e, di astekê de ku hertim Kurdistan weke statuyeke îdarî ya lawaz xistiye ber çavê navxwe û derve, bi corekê ku Kurdistanê li berdem gefa çekekê ye ku eger heye bo berjewendiya siyasî, xwe û Kurdistan û herêm û xelkê wê jî bike qurbanî, weke me dît ku hêzek bi vî awayî be, ne tenê ji bo navxwe gef e, lê nikare di asta dijminê derveyî de ewqas bihêz be ku em hemû piÅŸtrast bin ku Kurdistan parastî ye, ew zêdebarî pêÅŸkêÅŸkirina gelek qurbaniyan, ji ÅŸehîd û birîndaran, lê karesata mezin a kuÅŸtina Êzidiyan ji aliyê DAIÅžê ve û jidestdana Kerkûkê, du mînakên zelal ên lawazî û metirsiyê ne.
Du / Derfet:
Tevî ku Herêma Kurdistanê di warê aborî û darayî de, gelek kêÅŸeyên wê yên mezin hene, di heman demê de derfet hene (ku ta niha jî weke derfet xuya dikin), dibe ku bi wan jêrxana aborî bê pêÅŸxistin, û rewÅŸa darayî hemwelatiyan bê baÅŸkirin û bibe sedema xweÅŸderbaskirina hemwelatiyan û bilindkirina asta debara wan, ew jî tenê bi pêngavên îdarî yên hikûmeteke pak û kerteke taybet a bihêz ku dûr ji qorixkariyê be û bi çêkirina derfetên kar bo ciwanan û dabeÅŸkirina dahatan bi awayekê dadmend tê pêkanîn, ew derfet jî bi kurtî dibe ku ev bin:
1-Hebûna istiqrar û aramiyê:
Bêyî hebûna aramî û cihgiriya rewÅŸa ewlehiyê, ti behsek ji baÅŸkirina rewÅŸa aborî û debara hemwelatiyan û vejandina kertên aborî û darayî nayê kirin, lewma ew aramî û ewlehiya piÅŸtî ÅŸerê DAIÅžê ku li Herêma Kurdistanê heye, derfetekî zêrîn e, bi astekê ku nêzîkî salekê ye ti kesî biçûktirîn bûyera nearam û xirab a ewlehiyê nebihîstiye, berovajî Bexdayê ku em bi aÅŸkere bûyerên êrîÅŸkirina ser balyozxaneyên welatan dibînin, lewma jî ew rewÅŸ derfeteke baÅŸ e bo handana hilberînê û geÅŸeya kerta taybet û derfeteke baÅŸ e bo birêvebirineke tendirust, li kêleka pêngavên din ên rasteqîn di vî warî de.
2-Bexda, weke navdeneke destûrî:
Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye, li gor destûrê li gel bicihanîna erkên xwe dikare tevahiya mafên xwe ji hikûmeta federal werbigire, lewma çi weke dahat û budce yan her biryarek ji bo baÅŸkirina rewÅŸa darayî ya Iraqê, dibe ku ji bo Herêma Kurdistanê baÅŸ be.
Di warê mafên destûrî de ji bo baÅŸkirina rewÅŸa darayî û aborî, dibe ku amaje bi yasayên budceyê bê kirin, ku ya herî dawî yasaya budceya sala 2019 û derxistina du yasayên têkildarî deynan di 2020an de û reÅŸnivîsa budceya sala 2021 ne, ku di tevan de li hember radestkirina rêjeyeke petrol (rêjeyek ne hemû) û nîvê dahatên federalî, hikûmeta federal amade ye rêjeyeke baÅŸ ji budceya Herêma Kurdistanê biÅŸîne, ew di rewÅŸekê de ye ku ew rêje gelek ji wê dahatê zêdetir e ku herêm bi dest dixe, ku di reÅŸnivîsa 2021 de nêzîkî 13 trîliyon dînar tê texmînkirin, wate çima Hikûemta Herêma Kurdistanê vê derfetê ji dest dide û xwe û xelkê jî dixe nav gêjava radestkirin û radestnekirina (petrolê yan dahata petrolê)? Çima rêjeyek ji petrolê bi rêya Kompanyaya Somo radestî Bexdayê nake û êdî derfetê bide nûnerên Kurd li hikûmeta Bexdayê û encûmena nûneran, daku ÅŸerê mafên destprî di warê budce û dahatê de bikin? Ev di demekê de ye, ku gelek caran bêyî serêÅŸanê ew budce ji Bexdayê ve hatiye, weke serdema hikûmeta Adil Ebdulmehdî, lê dîsan herêmê sûd ji budceya xwe bo baÅŸkirina rewÅŸa aboriya herêmê wernegirtiye.
Di warê encamên siyaseta pere û nextîneyê û her pêngaveke çaksaziya aborî û darayî de jî li Bexdayê, Herêma Kurdistanê zêdetir qezenc dike neku zirarê bike, em dibînin ku daxistina bihayê pere dibe sedema zêdebûna dahat li cem hikûmeta herêmê jî, her pêngaveke din a reformê jî zêdetir bandoreke erênî li ser rewÅŸa aborî û darayî ya Herêma Kurdistanê datîne, ew ji bilî ku Iraq bi giÅŸtî bazrarekî baÅŸ e bo hin berhemên çandinî û pîÅŸesaziyên Herêma Kurdistanê û geÅŸtyar jî di rojên ronak de bazarên herêmê avedan kirine.
3-AÅŸtiya civakî û aÅŸtîxwazbûna rikeberiyên siyasî:
Tevî ku rewÅŸa hejarî û zêdebûna hejmar û rêjeya wê, nêzîk e ku bi tevahî hemwelatiyên Kurdistanê dixe tengasiyeke mezin, bi awayekê ku tê çaverêkirin hejmara hejaran di sala 2021 de zêde dibe bo nêzîkî yek milyon kesan. Ew ji bilî bêkariyê ku roj li pey roj zêdetir dibe, lê hêj Herêma Kurdistanê aram e di rikeberiyan de, heta eger reftarên neyasayî hinek ji hêzên çekdar jî nebe ku bi bikaranîna fîÅŸekan di xwepêÅŸandanan de, xwepêÅŸandan jî heta niha aÅŸtiyane û aram in, û aliyên siyasî yên opozisyonê jî her rêya aÅŸtiyane û ÅŸaristanî bikar tînin ji bo rikeberiyan, lê belê gelo ew derfet dê her wisa berdewam bin? Çimku her xwepêÅŸandan û xwepêÅŸander bûn ku li Bexdayê karîn hikûmeta Adil Ebdulmehdî birûxînin û pêwîstiya hilbijartina pêÅŸwext bikin defakto û zêdebarî tundûtîjiyên hikûemtê û hzêên çekdar, gelo egera dubarebûna vê yekê bo herêmê jî tune ye?
Lewma derfeta aÅŸtîxwazbûna rikeberiyên siaysî û civakî, heqe ku weke derfeteke zêrîn lê were temaÅŸekirin, daku hikûemt guhertinên bingehîn bike û rewÅŸa aborî û darayiya herêmê baÅŸtir bike, û êdî xwe û xelkê jî tenê bi yasaya çaksaziyê nexafilîne, ku qaÅŸo çaksaziyan dike! Çimku ew yasa ne di asta xwasta ti saziyeke çavdêriyê ya derve de ye, lê hemwelatiyekî normal jî fêm kiriye ku ew yasa nikare di asteke gelek kêm de jî jiyana wî baÅŸ bike, heta eger di baÅŸtirîn rewÅŸ de jî bi baÅŸî were cîbicîkirin, çimku di esas de armanca wê yasayê ew nebûye û tenê hinek rûyê nedadmendiya di mûçeyê de çareser dike, ku diviyabû bêyî yasaya nû jî ew çewtî bihatibana sererastkirin.
4-Hebûna jêderên dehfder ên aborî:
Kurdistan dewlemend e, dewlemend e ji ber cih û pêgeha xwe ya erdnîgarî ku navendeke ji bo tevgera bazirganî ya navbera çend welatan, dewlemend e bi zeviyên baÅŸ, ava ÅŸîrîn, hewayeke guncaw, jêder û samanên xwezayî, dûrbûn ji bûyerên xwezayî, hêza kar a ciwan û gelek tiÅŸtên din, ku derfeta geÅŸekirina aborî bêtir dikin.
Ewana derfetên herî giring in, dibe ku em di ÅŸaxên wan de amaej bi derfetên din jî bidin, ew maye ku em bêjin gelo hikûemta pêkhatî ji herdu partiyên xwedan desthilat û partiyeke mêvan, sûd ji wan derfetan werdigire û sala 2021 dike sala avêtina pêngavan ber bi guhertinên bingehîn û baÅŸtirkirina rewÅŸa aborî û darayî û aÅŸtkirina hemwelatiyan li gel hikûemt û statute Herêma Kurdistanê? Yan na îsal û salên bê jî temamkerê salên berê dibin û desthilatdar hêj ti ezmûn wernegirtine û hêj mijûlî wê yekê ne, çawan dema teqîna pirsgirêkan paÅŸ bixin bi hinceta (Bexda mafên me nade, bihayê petrolê daketiye, nexweÅŸî û bahora Coronayê heye).
*Omer Golpî, Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê ye.
Ji Rûdawê hatiye girtin
**
Têbiniya Diyarnameyê: Me qet dest nedaye tîpek vê nivîsê jî.