Kurtefîlm li 28 bajar, 41 zanîngehan têne nîþandayîn
Diyarname
Kurtefîlmên ku di 18’emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê de bi ser ketine dê li 41 zanîngehan bêne nîþandayîn. Xwendekar bê pere dê bikaribin li van kurtefîlman temaþe bikin.
Ji 68 welatan dor 2 hezarî kurtefîlmî ji bo festîvalê hatibûn û di festîvalê de kurtefîlmên “Kiyamette Ýyi Gorunmeliyim” (Derhêner Ayçe Kartal), “The Right Words” (derhêner Adrian Moyse Dullin) bi ser ketibûn. Ev kurtefîlmên bi ser ketine û ji bilî van kurtefîlmên “Stiletto” (derhêner Can Merdan Dogan), “Plastik Ruya (derhêner Merve Bozcu), “Dad’s Sneakers” (derhêner Olha Zhurba) û “Bestia” (derhêner Hugo Covarrubias) li zanîngehan di vê çalakiyê de têne nîþandayîn.
Li gor bernameyê li 28 bajarên Tirkiyeyê li 41 zanîngehan ev kurtefîlmên ji bo xwendekaran têne nîþandayîn. Di nav van bajaran de du bajarên kurdan Amed, Wan, Erzerom, Riha û Entab jî hene. Bername 6’ê mehê li Sakaryayê dest pê kiriye û heta 18’ê gulanê dê bidome. Ji van li Rihayê li Zanîngeha Herranê (18 avrêl), li Wanê li Zanîngeha Yuzyuli (19’ê avrêlê), li Entabê li Zanîngeha Entabê (26’ê avrêlê), li Amedê li Zanîngeha Dîcleyê (10 gulan), li Erzeromê li Zanîngeha Ataturk (12 gulan) dê bêne nîþandayîn.
18'emîn Festîvala Kurtefîlman a Akbankê di navbera rojên 23-31'ê adara 2022'yan de li Stenbolê lidar ketibû û kurtefîlmên bi ser ketine hatibûn xelatkirin.
Ji bo bernameyê bitikînin: