logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

JAN DOST Û ROMAN

Gelo Mîrname behsa Ehmedê Xanî dike? Bi qasî ku xuya dike, wilo ye… Baş e, ya ku xuya dike çi ye?...

  • Dîrok: 07/10/2008
  • Beş: Serbest

 



ŞENER ÖZMEN
(*)



Bijimêre behîvan,
Bijimêre yên ku tehl in
û te hişyar digirin,
Min jî bike tevî wan:

Paul Celan


Jan Dost romanûs, helbestkar, wergêr, di heman katê de lêkolînerekî ji kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistanê yê xurt e, piştî ku gotiye, “dinivîsim, nexwe ez heme”, terka desthilatdariya dewleta polêsan a zordest (û bê guman jîngeha xwe ya ku tê de ji dayîk bûye û mezin bûye jî) daye, ku careke din nema lê vegere, li Elmanyayê bi cî bûye, ev ji mêj ve ye ji wan axên dûr deng li xwendevanên kurd dike, ku dibêje, “a rast, dimirim”. Nivîskarê xort bi romana xwe ya nû ya bi navê Mîrnameyê ve, ku pêla hanê Weşanên Avestayê ew weşand, berdewam e bi karê xwedîkirina wêjeya kurdî ya nûjen ji deraveke derî edetên gundê me (û berdewam e bi karê xwe yê ku me matmayî dihêle).

Maqûl û giran…
Mîrname romana rêza dîrokî ya dawî ye, ku nivîskêr di romanên xwe yên bi navê Mijabad(1) û 3gav û 3darekê de bi pêş de aniye. Jan Dostê ku kesayetiyên girîng ên dîroka wêje û polîtîkaya kurdan a heyama dûr û nêzîk bi “hal û mercên safî mirovane”, bi kurdiyeke tu nemaye bê kêm û kasî vedihûne, wê bala (!) desthilatdariyan a bêserî û bêbinî ya li ser dîroka kurdan ji nava wêjeya hevçax de û di heman katê de ji bo xêra wêjeyê serûbinî hev dike. Jan Dost, di romana xwe ya pêşîn, Mijabadê de, Qazî Mihemedê yek ji damezirînerên Komara Kurdan a Mahabadê, di romana xwe ya 3gav û 3darekê de, Şêx Seîdê “serhildêr”, di Mîrnameyê de jî, Ehmedê Xanîyê mutefekirê kurd î navdar, ji dîroknameyên zor fermî yên ku bi destên desthilatdariyan hatine nivîsandin dike, bi beşên ku torên manîpulasyonê yên neteweyî li bin guhên hev dixin, li pêş çavan radixe. Nivîskarê jiyanên kartêker ên ku pêk ve tûşî evînê û janê bûne, dizane, gava ku Qazî Mihemedê di 31’ê Adara 1947’an de li Meydana Çarçirayê hatî bidarvekirin, Şêx Seîdê beriya wî bi demeke dirêj heman tişt hatî sêrî û nivîskarê Mem û Zînê, Seydayê Ehmedê Xanî, bi şertê ku bikevin ber pêlên bengîtiyeke bêterîf î mîna “evînê”, ew ê bi tenê wê hingê “nima” bibin. “Gelo zimanê binketiyan qet hebû?”(2) Ev pirsa Foucault ye, bersiva wê ji berê de hatiye; “Ne bê ziman in. Ne ku bi zimanekî dipeyivin, ku nehatibe bihîstin û niha em hest pê bikin, ku em bê gav in lê guhdarî bikin. Ji ber ku li jêr zordestiyê ne…”(3) dibêje Foucault, “zimanek û têgehin li wan ferz kirine.”(4) Va ye çîlekêşiya Jan Dost ev yek e; rehabûna ji ‘yeka ku hatiye ferzkirin’, ji berterefkirina wê bêtir, pejirandina vê yekê wekî kurmekî, weku Foucault jî gotiye, bi tiştên ku ji ber “şûnbirînên ku dûçar bûne” an jî tiştên ku ji ber cîguhestîbûneke (bê cî û wariyeke) hewrane (wekî sungêr) di dil û mêjî de mane, nivîsandin, nivîsandin û her nivîsandin… Dîsa jî, “cîguhestin” an jî “bê cî û warîtî” di serbûriya Jan Dost a nivîskariyê de nebûne peyvên sereke, wî li ser wan ji têgehine din zêdetir xebat nekiriye, bi xwe tevî ku “li derve” dijî, Jan Dost vegotineke hevçax afirandiye, ku teknîk û prosedurên nivîskar û helbestkarên qonaxa ku jê re dibêjin Ekola Swêdê, ku bi rêjeyeke xwe ya bilind bi daussilayê (bêriya welêt) hildiberînin û berdixwin, (ez nabêjim, ev ne girîng in) serûbinî hev dike, eynî wekî hevçaxê xwe Helîm Yûsiv, wekî romannûsekî kurd, ku pêwîst e berhemên wî ji sêrî de bêne guftûgokirin û helsengandin, bêyî ku zimanê xwe yê li jêr xizmeta çewsanê bajo nava alozîne kûrtir, gavên aram, bêhnfireh, têgihiştinbar (ev xal gelekî girîng e), maqûl û giran avêtiye di van rêzeromana xwe de, ku bo niha ji sê romanan pêk tê.

Mîrname û serê meseleyan
Gelo Mîrname behsa Ehmedê Xanî dike? Bi qasî ku xuya dike, wilo ye… Baş e, ya ku xuya dike çi ye? Mêrekî kamil, nivîskarek, ramanwerek. Mirinek, a rasttir, awayekî mirinê, ji kû (ji kê) û çawa hatina jehrê. Nameyeke ku dikeve halê ku kes nema dikare bixwîne (nameya Ehmedê Xanî), gelo ji kîjanî re, ji kîjanan re hatiye nivîsandin? Bi qasî ku xuya dike, ji Mîr re, ango ji desthilatdariyê re. Çi ye desthilatdarî? Em xwe bavêjin dexlê Foucault: “Lê di rastiyê de hûn desthilatdarî bibêjin, ew ji pêwendiyan tê pê; giloka pêwendiyên ku pirr hindik hatine birêkxistin û mîna pîramîtekê hatine hemsazkirin…”. Jan Dost ji serê romanê heya dawiya wê pirs dike, “Qey qederek e nexwendinbarî? Xayîntiya felekê nebe gelo? Ev romana dembûrîtiyê ya dij-jînenîgariyî (antî-biyografîk) Ehmedê Xanî bi têgeha parrhesiayê ya di pirtûka Foucault ya bi navê Gotina Rastiyê de tîne gorepana guftûgoyê. Gelo Xanî ji bo ku ya rast, rastî gotin û nivîsandin hate kuştin? Dibe ku… Em bi riya nameyeke ku beşên wê yên girîng jê çûne dikarin heya kê derê pê de biçin? Çu guman tê de nîne, Jan Dost ê bibêje, “tu derê!” Li rêbûrînê, min hema wilo gotibû, ku Mîrname romaneke li ser evînê ye, wekî niha keysa min lê hatiye, ez lê zêde bikim: Mîrname berê hemû awiran dide wê dîroka bêqidoş, a ku ciyên wê yên xalxalî bi destên hinekên din hatine tijîkirin; belê, evîn heye tê de, belê, tê de erotîzm heye, belê, deshilatdariya hiş a xwînî heye tê de, tê de peyv hene, belê, ji esmanan hibr dibare tê de, tiştên din, tiştên din jî hene tê de, ku pêwîst e der heqê vê berhema pirrtebeqe de bêne dupatkirin; Jan Dost nivîskarê erdên biarîşe ye, hişê xwe yê nivîskar bi awayekî bêhevta vedihûne, romaneke wekî Mîrnameyê, ku mirov bes dikare di navbeyna 229 hilman de (serê her rûpelekê hilma xwe bigire, hilma xwe berde) bixwîne, berhemeke aprîorî radestî romannûsiya kurdan a nûjen dike.
Mîrname / Roman
Jan Dost
Weşanên Avesta, 2008
229 rûpel.

Têbînî:
(*) Şener Özmen; hunermendê hunera hevçax, hunernûs. Romana wî ya pêşîn î bi kurdî ya bi navê Rojnivîska Spînoza ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve van pêlan hate weşandin.
(1) Mijabada Jan Dost bi navê “Sisli Şehir” û bi wergera Kawa Nemir a bedew bû malê zimanê tirkî. Weşanên Beybûn, Enqere, 2005.
(2) Erka Rewşenbîr a Polîtîk, Michel Foucault, Nivîsên Bijarte 1, Weşanên Ayrıntı, 2005
(3) b.nb.,
(4) b.nb.,
(Ji tirkî: Kawa Nemir )

Ev nivîs ji Rojnameya Azadiya Welat (07.10.2008) hatiye girtin

***

Nivîsên Şener Ozmen ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin.

- Mîrname û erotîzmeke nepen

-

-

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sîmir Rûdan bi albûma xwe ya nû bi “Kevî” hat

ad

Hejmara mebûsên kurd ên li Parlemena Iraqê diyar bû

ad

10 pirtûkên Newaf Mîro bi hev re derketin

ad

Du nivîskarên kurd ji weşanxaneyên xwe veqetiyan

ad

Dîroka têkçûna mirovahiyê hat eşkere kirin!

ad

Êşa zimanê min

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname