• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Hevpeyvîn

Aram Tîgran: Hatina Amedê ji bo min xewn e

Dîrok : 31 05 2008 | Beþ :

Hevpeyvîn

 

Hevpeyvîn: Ertuþ Bozkurt -  Îbrahîm Açikyer

Hûnermendê ermen ê hunera kurd Aram Tîgran ku ji bo beþdariya 8'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Amedê hate bajêr, keyxweþiya xwe bi gotina "Ez niha di xewnekê de me. Ev ji bo min xewn bû. Min di xewnên þevan de jî bawer nedikir ku ez ê bêm Amedê. Min tu ji bîr nekirî Amed, ez hatim dîtina te. Te jî deriyê xwe li min vekir. Rojbaþ Amed" anîn ziman. Tîgran ku ji bo Amedê stranek çêkiriye, daxwaza xwe ya herî mezin wekî 'jihev hezkirina kurdan' anî ziman.

Hunermendê 'bilbilan' Aram Tîgran li Amedê ye. Em jî bi heyecanek mezin wekî bi milyonan hezkiriyên wî, ji roja xebera hatina wî derketî heta niha li bendê bûn. Ji ber ku gelek daxwazên ropartajê ji mamoste Tîgran hebûn, piþtî xirecirek mezin û dirêj me karî em randevuyê bigirin. Dema me ji bo randevoyê riya avahiya Midûriyeta Çandê ya Þaredariya Bajarê Mezin girt jî, di rê de bi hevalan re heyecana me hindî diçû zê de dibo. Dawiya dawiyê de, li baxçeyê Midûriyeta Çandê em bi mamoste Tîran re rûniþtin. Lê çawa Mamoste Tîgra hatina xwe ya Amedê wekî 'Xewnek rave dikir', dîtina me ya bi wî re jî ji bo me xwenek bû.

Cihê wî cuda bû


Gelek hunermendên ji me dûr û bi salan em li bendê mayîn hatibûn cem me. Lê tu hunermendan wekî mamoste Tîgran bandor li ser me nekiribû. Li gel ku em bi xwediyê dengê xerîb, evîna bilbilan re, xwediyê stranên, 'Ez ciwan bûm tubaþ zanî', 'Ey Dîlberê', 'Þev çû' bûn, gelek taybetiyên wî yên din jî hebûn. Lewre hatina Tîgran wekî wî, ji bo bi milyonan hezkerên wî jî, wekî xwenekê bû. Tîgran dê carek din li hemberî sûrên Amedê, bi hemû esaleta xwe li bilbilên xwezaya erdnîgariya welatê Rojê bistire. Aram ku tevahiya jiyana xwe li ser wesiyeta bavê xwe di ber çanda gelê kurd de daye û her tim li cem gelê kurd cih girtiye, carek din dê hewil bide derd û kulên gelê kurd bîne ziman. Tîgran ku di nav çanda gelê ermenî û kurd de sembola herî ber bi çav ya hevgiriya çandan û biratiya gelan e, derbarê jiyan, huner, hatine xwe ya Amedê, hêvî û ramanên xwe de pirsên DÎHA'yê bersivandin.

Ji ber ku herkes Tîgran nas dike em pirsa qlasîk ya rojnamegeran a 'kî ye' ji mamosteyê xwe nakin. Berî her tiþtî bingeha dostaniya we û kurdan çawa dest pê kir?

Em berî her tiþtî gelên kurd û ermenî ji gelên herî qedîm ên vê axê ne. Bi salan wekî biran jiyan e. Qenciyên gelên kurd li bavê min bûne. Bavê min her tim digot ez bi xêra kurdan li ser rûyê dinyayê ma me. Ji ber ku di dema qetilkirina ermeniyan de malbatek kurd ew xilas kiribûn. Ji ber vê yekê xwe ji gelê kurd re deyndar dihesiband. Ji ber vê yekê her tim ji min re digot, "Kurê min heta tu hebî alîkarê gelê kurd be. Tu jî niha saxî û li ber çavê min î. Ev yek bi saya serê kurdan e. Ji bo wê tu dê her tim di xizmeta wan debî. Bi hunera xwe û keda xwe dostaniya wan her bidomînî". Min jî weysiyeta bavê xwe bi cih anî. Min gotina wî ji xwe re wekî þiyar girt.

Mamoste Tîgran çawa dest bi jiyana hunerê kir?

Ez di 1934'an de li Bajarê Qamiþloyê ji dayîk bûme. Di 18 saliya xwe de dema min dibistan qedand. Bavê min rojekê gazî min kir û got 'hind gotinên min ji te re hene'. Hingê dibistan heta pola 6'an bû. Piþtre dîploman didan û dibistan diqediyan. Gelek kesan heta sala 9'an dixwend. Min jî ligel her tiþtî heta 9'an xwend. Lê bavê min piþtî min dibistana pola 9'an qedand, got êdî ez te naþînim dibistanên pêþiyî. Min jê re got çima got ez dixwazim êdî tu bi hunerê re eleqedar bibî. Got ez jî wekî tu dibînî li bilûrê dixim, hunermend im. Tu jî dê bibî hunermend. Min jî got ser çavan. Çû ji min re udek kirî anî û ez danîm ber destê mamosteyekî. Heta 6 mehan ez hinekê pêþ de çûm. Dema emrê min bû 20 salî, ez baþ pêþ ketim. Min dest pê kir êdî ez diçûm þevan. Me bi 3 zimanan digot. Kurdî, erebî, ermenî. Heta em çend salan çûn gelek dahwet û þahiyan jî. Ev ji bo me riya pêþveçûnê û li hevhatina cem gel bû. Vê yekê heta deriyê Ermeniya li me vebû, dom kir. Gelek ji me birin penaberiyê. Di 1966'an de gelek ermenî ji welatên din birin Ermenîstanê. Ji ber ku nufusa welat pir kêm bû. Li wir her yekê hûnera wî pirskirin. Hingê min jî kilam digotin û ez pêþketibûm. Ez þandim nav radyoyekê û min xebata xwe li wir domand.


Mamoste we pêþiyê bi udê dest bi hunerê kiriye, lê hûn bi cimbûþê tên nasîn. Çima cimbûþ?

Dema min dest bi udê kir, hingê mîna niha cîhaz, teknîk tune bû. Ji ber vê yekê me zora xwe dida ser dengê xwe. Me zor dida udê lê dengê wê nizm e. Carek ez çûbûm dawetekê, min dît ku ji Amedê komek anîne. Li wir çavê min bi cûmbûþ ket. Dengê wê pir bilind û lezîz bû ji min re. Min pir meraq kir û lê nêrî. Min dît ku têlên wê û yên udê heman in. Yek jî bilind bûne dengê wê bandorek mezin li ser min kir. Min biryar da ku ez ji xwe re cûmbûþekê peyda bikim. Piþtre min ji Tirkiyeyê yek anî û dest bi cûmbûþê kir.


Kurdiyek we ya pir zelal heye. Hemû kes ji stranên we tama kurdî digire. Raza vê yekê çiye ?

Raza vê yekê ew e ku bavê min û diya min bi kurdî diaxivîn. Her tim di malê de zimanê wan ê sereke kurdî bû. Tu caran min carek nedît ku bi ermenî axivîn. Yek jî zimanê kurdî pir xweþ diaxivîn. Em jî kurdî ji wan hîn bûn. Bavê min helbstvan bû ji xwe. Ji bo min helbest dinivîsandin. Stranên Bilbilo, Diçim Diçim, Bi Hestera Yerîvanê ji min re nivîsandin. Gelek stranên din jî wî ji min re nivîsandin.

Yanî wekî min got, ez bi xwe mayeyê kurdî ji dayîk û bavê xwe digirim. Ligel vê yekê cîranên me kurd bûn. Bi zarokên wan re em mezin bûm û me heman çand parve dikir. Min jî pirs dikir. Pirsek ji wî pirsek ji wî. Dema min tiþtên nû dibihîstin min dixwest ez baþ fam bikim. Ne tenê ji bo kurdî ji bo ermenî jî. Ez yek jî bingeh û wateya peyvan dide mirov. Mastfiroþê me hebû ez gelek tiþtan ji wan re deyndar im. Yanî ku tama kurdî ji gotinên stranên min bê girtin ku ev ji bo min cihê keyfxweþiyek mezin e, ez vê yekê ji bo çanda ez di nav de mezin bûme, deyndar im.

Dema hûn stranên xwe çêdikin, ji bo peyvên nayên hiþê we, an jî hûn nabînin hûn axaftinên kî tînin bîra xwe, çavkaniya we kî ye?

Di dema afirîneriya stranan de jî ku peyvek ji min re lazim bibe, ez serî li helbestên bavê xwe, gotinên dîya xwe û metelokên zarokatiya xwe didim. Lê ez gelek tiþtan jî ji mastfiroþê me yê wê demê digirim.

Mirov li ser ziman kûr dike. Lê piraniya wan wekî min got ji dayîk û bavê min bûn. Heta çûn ser dilovaniya xwe jî bi zarokên xwe re ermenî, lê di navbera xwe de her tim kurdî diaxivîn. Mêr û jin bi hevre ji bilî kurdî tu caran ermenî neaxivîn. Me ev mereq dikir û min dipirsî 'Bavo hûn her du jî ermen in lê çima hûn bi kurdî diaxivin' di got, "Lawo em di nav kurdan de mezin bûne. Em hînî tibetê wan, hestên wan jiyana wan bûne. Hînî rabûn û rûniþtina wan bûne û em mecbûrin kurdî biaxivin".

Di stranên we de bilbil her tim li pêþ e, sedema vê çiye ?

Di kilamên min de rast e. Bilbil li pêþ e. Meseleya bilbil û ya kurd, ermen, suryanî û gelê din ên bindest yek e. Bilbil ji bo min her tim bi hestera welatê xwe dixwîne. Ev gelên Rojhilata Navîn ên qedîm jî, her tim li ser axa xwe penaber, xerîb û sirgûn bûne. Bilbil hêlîna wî xirab bûye. Hêlîna wî tune ye. Em jî wekî bilbil bê hêlîn bûn. Bavê min jî dema yekem car ev stran ji min re çêkir, bi vê serpêhatiyê helbest da min. Ev stran jî kete ser devê gel. Ji ber ku gel jî heman hestên min bi vê stranê hîs kirîn, jê hez kirin. Ji ber vê yekê xwe di stranê de dîtin. Di warê wateyê de jî rewþa gelên penaber û xerîb tîne ziman.


Ji 7 salî heta 70 salî hemû beþên civakê stranên we guhdar dike, raza vê yekê çiye?

Ez derd û kulên gelê kurd tînim ziman. Ji ber vê yekê her kes xwe di aliyek stranên min de dibîne.

Demek dirêj e hûn li xerîbiyê ne, di stranên we de jî ev xwe dide der. Ev yek bandorek çawa li ser hunera we dike?

Beþek jiyana min li xerîbiyê borî. Vê yekê bandorek baþ li ser hunera min kir. Ez dikarim vê yekê bêjim. Her wiha bandorên cuda jî li ser hunerê dike. Lê ji bo min salên xerîbiyê yên herî zêde bi feyde, salên li Ermenîstanê bûn (Ermenyayê wekî cihê xerîbiyê dinirxîne). Li Ermenîstan hingê di warê çandî û zanistî de pêþketinek baþ hebû. Min hunera xwe di radyoya Êrîvanê de pir pêþ xist. Wir wekî dibistanek çandê bû. Dengbêj, sazkar, noter û lêxistok pir bûn. Qelîtekî bilind hebû. Min ji wan aqil girt, huner hînbûm û ez pêþde çûm. Li cihên din jî xerîbiyê li ser jiyana min bandorên erênî û neyînî kirin, lê tiþta esas keda mirov e.


Yanî hûn hêvênê xwe ji erdnîgariyên kurd û ermeniyan digirin hêj?

Belê. Ez derd û kulên gelên kurd û ermenî kiþandîn baþ dizanim. Ez xwezayên van welatan jî baþ dizanim. Ji ber ku ew welat yên min in. Min ava wan vexwariye, nanê wan xwariye. Ez çiqasî ji dûrbim jî, ez tu caran bi rûhî ji van welatan dûrneketim e. Derdên van her du gelan pir in. Ji roja ku min di radyoyan de dest bi vî karî kir û heta niha xebatên min a li ser çanda van gelan didomin. Ez xwe baþ nas dikim. Ez li xwe dinêrim gelên xwe jî dibêjim. Min 18 salan di radyoyê de xebat kir. Ev ji bo min faydeyek mezin bû. Ji ber wê yekê dûrahî hebe jî, bi hîsî ez li wan deran im. Ez mayeyê xwe ji wan deran digirim.

Li gorî we tiþta stranan bi guhdar dide guhdar kirin çiye ?

Kilam hene dema hunermend dibêje mirov guhên xwe digirin. Lê kilam hene dema hunermend dibêje mirov guhê xwe vedikin. Sedema vê yekê an jî asta vê yekê girêdayî tesîra stranê, gotinan û melodiyê ya li ser mirovan e. Ev yek li ser hunermend e. Niha ez li stranên xwe dinêrim gel jê hez dike. Ev yek jî hezkirinek mezin dide min. Ji vê hezkirinê tiþtek mezintir tune ye. Yanî bingeha her tiþtî afirenerî ye. Tiþtek bi kedê hatibe xemilandin cihê xwe li cem gel digire.


Di çanda gelên ermenî û kurd de kevneþopiya dengbêjî û asûgê heye?

Gelên kurd û ermenî di dîrokê de heta niha bi hev re mayîn e. Êdî di gelek waran de hêvênê wan ketiye nav hev. Çanda wan gelek hevgirî li hev kiriye û gelek tiþt ji hev girtine. Ji ber ku asûg û dengbêjî di çanda van gelan de du hêmanên bingehînin, faydeyek mezin daye min. Ez dikarim bêjim dema ez stranên ermenî jî çê dikim, ez gelek caran ji maqamên kurdî derdixim. Gava klamên kurdî çê dikim ez ji maqamên ermenî derdixim. Ez di bingehê de li dijî vê yekê me. Lê min di vê jiyana xwe de dît ku çanda ermenî û kurdî bi ruhî bûne yek. Ji kokê derdikevin. Ev yek bandorek zehf baþ li ser hunera min dike. Kurd jî ermenî jî ji heman stranê hez dikim. Ev yek jî nasîna çandan, nêzîkbûna çandan nîþan dide. Lê van çandan qet hev asîmîle nekirine. Ev jî cihê keyfxweþiyê ye.


Li gorî we ji bo têkiliyek wekî çanda kurd û ermenî derkeve holê rola dikeve ser milê hunermend çi ye?

Bêguman ev wezîfeya hunerê ye, lê ev nekarê hemû kesa ye. Her kes nikare hunerê ji bo biratiya gelan, çandan û baweriyan bikar bîne. Ev yek karê zanabûn, exlaq û aþtîxwaziyê ye. Xweziya hemû huner û hunermend li ser vê bingehê bibûna. Ji bo vê yekê lazim e hunermend berî her tiþtî çanda xwe û çandên din nas bike. Wezîfe û mîsyona hunerê bizanibe. Lê em niha dibînin ku berjewendî, hest û daxwazên rojane derdikevin pêþ. Strana kurdî dixin ser maqama, erebî, ya erebî dixin ser farisî ya farisî dixin ser tirkî. Bêyî kedê bidin ji çanda gelekî din perçeyekê wekî pîne bi çandek din ve dikin. Ev yek jî tu bandorek erênî li ser pêþketina dostaniyê, aþtî û biratiya çandan û gelan nake. Ji bo wê ev wezîfe lazim e, bi zanînê û ji dil û can bê.


Wateya Amedê ji bo kurdan tê zanîn. Dema hatina we ya Amedê zelal bû, we çi hîs kir?

Ez berî bêm Amedê min xelatek ji bo Amedê çê kiriye. Hatina min a Amedê niha ji bo min xwenek e. Ez niha di xwenekê de me. Min gelê kurd ê qedîm cardin li vir dît. Yanî hestên min bi gotinan nayê ziman. Ez dixwazim bi strana ku min ji bo diyariya Amedê çêkiriye bi çend çarînan hestên xwe bînim ziman. Ez dê vê yekê di roja festîvalê de bêjim. "Di nav xwenên þevan de min qet bawer nedikir ez bibînim bajarê Diyarbekir. Roj baþ Diyarbekir, me te jibîr nekir, em hatin te bibînin te derî li me vekir". Ez dibêjim roj baþ Diyarbekir.

Dema tu ji Ewropayê hatî çi daxwaz ji te hatin kirin?

Dema ez hatim gelek hunermendên hevalên min, nas û niyasên min ji min xwestin ku ez li hemû deverên dîrokî yên Amedê, li her kuçeya Amedê wêneyan bikiþînim û ji wan re bibim. Xwestin ku ez bi hesreta dilê xwe wêneyan ji wan re li vir bikiþînim. Min got ez dê biçim stranan bêjim hûn jî di televîzyonê de lê temaþe bikin. Hemûyan gotinên, "Xwezî em jî bi te re bûne, rihê me bi te re bûye" hestera dilê xwe anîn ziman.

Dayîk û bavên we ji Amedê ne û hun dê cihê lê ji dayîkbûne ziyaret bikin?


Dayîka min li gorî ji dayîkbûnê ji Navçeya Pasûr a Amedê yê, lê li Farqîn û Amedê gelek ma ye. Piþtre li Farqîn û Licê maye. Ji bo vê her tim ji min dipirsîn ka çima kurdiya min ev qas paqij e. Ez jî bi ser bilindî pêþî xwe wekî Pasûr, Farqîn, Licê piþtre Amedî didim nasîn. Ez dibêjim min kurdiya xwe ji van deran girtiye. Ev cih ji bo min girîng in. Girîngiya wan nayê gotin. Ez dê biçim Gundê Benda ya Sasonê ku bavê min li wir ji dayîk bûye. Piþtre ez dê biçim Pasûrê cihê dayîka min lê ji dayîk bûye. Ev xewna min e, derdê min e û kula min e. Ji bo min bîranînek e jî. Ez dê êdî bibim xwedî wêneyên cihê ji dayîkbûna wan.

Stranên ku hun girîngiyê didin wan kîjan in?

Bilbilo, Dîlberê, Ez Ciwan Bûm, Þev Çû. Ev stranên min aliyê wan ê ktabî heye. Min ji bo van stranan ked da. Ji bo stranên din jî kedek mezin mirov dide, lê hind stran dema derdikevin li dilê mirov dixin. Gotin li dilê mirov dixe. Piþtre meqam bi xwe derdikeve.

Aram çawa van kilamên di dilê gel de cih digirin çê dike. Lazim e çi þert û merc hebin ?

Ez dema kilamekê çê bikim, lazim e teqez ez birçî bîm. Her wiha lazim e seat jî piþtî 12'ê þevê be. Tu caran heta niha min stran bi zikê têr û berî 12'ê þevê nenivîsandine. Gava dengek zêde derkeve ez nikarim kilam çê bikim. Lê deriyê min jî tam nayê girtin. Dema ez deriyê odeya xwe tam digirim jî ez nikarim binivîsim. Deriyê min nîvî vekiriye. Caran 3-4 seatan ez çend gotinan dinivîsim. Hin caran heta hefteyekê jî stran temam nabe. Ez kilaman dereg çêdikim. Ez navber didim xebatên xwe. Lê tu caran ez di þevekê de kilamekê dernaxim. Ez pêþiyê gotina xwe derdixim. Besteyê çêdikim. Piþter melodî û meqam lê tînim. Hind caran jî bi seatan ez li ser stranekê dixebitim lê dernakeve, wê demê ez dest jê ber didim.

Rexneyek wekî 'kurd ji hunermendên xwe hez dikin, lê xwedî li wan dernakevin' heye. Ev yek di dema Garabêtê Xaço çûyî ser dilovaniya xwe jî hate gotin. Hûn di vê baweriyê de ne?

Garabêt Xaço dengek xweþ bû. Kilamên wî xweþ in. Gelê kurd ji hunermendên xwe hez dike. Gelek nirxek mezin jî dideyê, lê derfet gel bi xwe derdexe. Gelê kurd keda kesekê jê re dayî ji bîr nake. Gelê kurd keda min ji bo çanda kurd dayî ji bîr nekir. Min ev yek ji bo biratiya gelên kurd û ermenî kir. Gelê kurd jî vê yekê wêkî kedkariya çanda kurd dibîne û ev yek pederek mezin dide min.

Dema Tîgran li 52 salên tejî huner derbas bûyî dinêre, tiþtek dibêje 'Xwezî min ev jî bikira' heye?

Gelek tiþtên ez dibêjim hene. Min dixwest zêdetir hunerê çê bikira. Çavê min hêj li hûnerê ye. Ez dixwazim li dinyayê bigerim. Zêdetir gelan û çandan bibînim.

Ligel axa Ermenîstanê ya azad çima Mamoste Tîgran li xerîbiyê dijî ?

(Bi rûye xemgîn) Min heta niha bi dehan ropartaj kirine lê yekem car e ev pirs ji min tê kirin. Ez naxwazim bersiva vê yekê bidim. Raste Ermenîstan welat e, cihê ermeniya ye, lê cihê ez lê ji dayîk bûme Qamiþlo ye. Derketina me ya Ermenîstanê jî wisa bû nesîb. Gelek welatên min hene. Ez dê bi mêvanî êdî bigerim (dikene)

Mamoste dixwaze li Amedê bi cih bibe?

Ez dê her tim werim Amedê bibînim. Lê ez heta niha ne fikirî me.

Gotina we ya dawiyê....?

Gelê kurd bila ji hev hez bike. Dixwazim ku gelê kurd bextewar bibe. Ji hev hez bikin. Hûn ê biserkevin.

Xebatek niha di destê we de heye?

Ez dixwazim li Amedê albûmek derxim. Her wiha dixwazim qilîbek jî çê bikim. Ji xwe min ji bo diyariya Amedê stranek çê kir. Ez dê di konsera mîhrîcanê de bixwînim. Heta niha min 12 qaset derxistin. Ez dixwazim hêj hunerê çê bikim.

Ez dixwazim gelê kurd ji hev hez bike. Daxwaza min a herî mezin ew e ku gelê kurd ji hev hez bike. Ev riya serkeftinê ye.


Ji DÎHA'yê hatiye girtin

 

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji bîranên 30 salên girtîgehê: Bi aspirînê qansêr tedawî dikirin

Ji bîranên 30 salên girtîgehê: Bi...

09 05 2022

Piþtî 30 salên girtîmayînê: Ez hê nizanim li bajar bigerim

Piþtî 30 salên girtîmayînê: Ez hê...

06 05 2022

Mamoste Morsumbul ke hame sirgûnkerdin: Qeybî ziwanê xwu ma bi plan bixebitiyê

Mamoste Morsumbul ke hame sirgûnkerdin:...

01 05 2022

Arsen Poladov: Ji me re welat çiqas lazim be ew qas jî tiyatro lazim e

Arsen Poladov: Ji me re welat çiqas...

03 04 2022

Ev jî hene

Lorîn S. Dogan: Atmosfera li bajarên kurdan bandor li derûniya min kir

Lorîn S. Dogan: Atmosfera li bajarên kurdan bandor li derûniya min kir

17 06 2012

Husên: Evîndarî û eþq di navbera min û rismê de çêbû

Husên: Evîndarî û eþq di navbera min û rismê de çêbû

29 09 2012

Gelo Bulent Ecevît kurd bû?

Gelo Bulent Ecevît kurd bû?

01 03 2009

Egîdê Cimo: Hinek bi rihê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe

Egîdê Cimo: Hinek bi rihê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe

02 02 2019

Hevpeyvînek bi Seyda Celalettin Yoyler re

Hevpeyvînek bi Seyda Celalettin Yoyler re

20 09 2013

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname