Diyarname
Teknîk Dîrektorê Dîskîsporê Sertaç Kuçukbayrak îstîfa kir û tîm teslîmê Eşref Dogmenç kirin.
Berpirsê Şaxa Futbolê ya Klûba Dîskîspor a Şaredareya Bajarê Mezin a Amedê Mura Tugrul da zanîn ku teknîk dîrektorê wan Sertaç Kuçukbayrak îstîfa kiriye. Tugrul got ku Kuçukbayrak tîm derxistina Koma Bi Pêşveçûnê û bi vê yekê wezîfeyeke baş aniye cih û wisa berdewam kir: "Teknîk dîrektorê me li ser daxwaza xwe îstîfa kiriye. Ji dêvla Kuçumbayrek demekê dê antrenorê me yê kelevanan Eşref Dogmenç tîmê bide xebitandin."
Kuçukbayrak jî da zanîn ku ji ber mercan wî îstîfa kiriye û ev yek lê zêde kir: "Eleqeya îstîfaya min bi encamên ku tîmê bi dest xistine re nîn e. Şert û merc wisa bûn, min îstîfa kir."


