Diyarname
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan îro li Amedê ye. Ji bo beşdariyê bi telefonên mal bi mal geriyan û ew vexwendin mîtînga Erdogan.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan îro li Amedê beşdarî mîtînga dayîna kilîtên avahiyên TOKÎ dibe. Ji bo ku gel li mîtîngê kom bikin AKP'ê Amedê bi rêya Turk Telekomê bi telefonê mal bi mal geriyan û ew vexwendin mîtîngê. Ev rêbaz li Tirkiyeyê yekemîn car e tê kirin.
Amed ku wekî keleha DTP'ê ye, ji bo ku mîtînga Serokê Giştî yê AKP'ê sekan derbas nebe AKP'ê dest bi taktîkeke wisa kir.


