Diyarname
Romana Erebê Şemo "Şivanê Kurmanca" niha bi çapeke nû careke din derket. Roman ji Weşanên Lîsê derket pêşberî xwendevanan.
"Şivanê Kurmanca" wekî yekem romana bi kurdî tê hebisandin Roman heta niha gelek caran, ji aliyê gelek weşanên kurdan ve hatiye weşandin. Û bi piranî jî wekî "Şivanê Kurd" hat weşandin. Niha Weşanên Lîsê ev romana navdar careke din, bi çapeke nû û xweşik, bi navê "Şivanê Kurmanca" weşand.
Pirtûka ku bi alfabeya Latînî ya ku di 1929'an de ji hêla Îsahak Margolovî (1) hatibû çêkirin, di sala 1935'an de ji aliyê Neşra Hikûmetê Rewanê ve hatibû çapkirin. Pirtûk wê di 9'emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Amedê de bigihije ber destê xwendevanan.
Berhema Erebê Şemo, piştî 74 salan ku Weşanxaneya Lîsê çap dike ji aliyê nivîskar, wergêr û zimanzanê kurd Mustafa Aydogan ve hatiye amadekirin.
Ji bo romanê Aydogan pêşekeke nivîsandiye û wisa dibêje: “Romana kurdî ya yekem di sala 1935'an de bi alfabeya Îsahak Marogûlov ve hatiye çapkirin. Piştre ji hêla Î. Orstrogoskaya ve wergerê zimanê rûsî hatiye kirin û Bazîl Nîkîtîn jî ji rûsî ev pirtûk wergerandiye Frensî. Nuredîn Zaza jî ev pirtûk ji Frensî wergerandiye kurmancî. Yanî Şivanê Kurd wekî wergera wergera wergerê hatiye çapkirin û li nava kurdan belav bûye. Zaza dema pirtûk wergerê kurmancî dike nav wekî Şivanê Kurd diguherîne. Bi vê çapa Weşanxaneya Lîsê re pirtûk bi zimanê xwe yê ewil jî tê veçapkirin û navê wê yê orjînal Şivanê Kurmanca derdikeve pêşberî xwendevanan.”
Heta niha Weşanên Lîsê 74 pirtûk weşandibû û bi vê re hejmara pirtûkên xwe derxist 75'ê. Lîs ku dest bi "Pirtûkxaneya Ehmedê Xanî" kiribû û di bin vê beşê de klasîkên kurdî careke din çap kiribû niha yeka din "Şivanê Kurmanca" li vê pirtûkxaneyê zêde kir û hejmara pirtûkên ku di vê rêzeyê de hatine weşandin jî bû 21.
Wekî notek: Maksîm Gorkî ji bo nivîskarê kurd Erebê Şemo wiha gotibû: “Gelê kurd bi zimanê nivîskarê xwe Ereb Şamîlovî qise dike…”
Şivanê Kurmanca / Erebê Şemo / Weşanên Lîs / Amed
***
1- Nivîsa Çiya Mazî: MAROGULOV KÎ YE?
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.