Fêrgîn Melîk Aykoç
Ezê ji venivîsandineke wêjeyî dûr, tenê bi gotinên şilftazî, wêneyê Fuara Pirtûkan a Frankfurtê bi vê kurtenivîsê li ber çavên we raxînim.
Her gavên ku Tirkiye davêje, li ser bingehê xapandin û manîpulationê ye. Ev sextekarî ji karektera avabûna wê tê. Ew îsal di bin ala qaşo pirengî de wekî welatê mêvan bêşdarê fûara pirtûkan bûbû. Min bi xwe pirengî di pêşangehên wan de nedît. Lê gelek mixabin ku Weşanxaneya Lîs û dengbêja navdar Aynûr ji vê manîpulationê re bûn pêpilikên bêkêr. Sebebên wê weşanxane û Aynûrê çi dibe, bila bibe, ev mijara rexneyê ye. Eger ew nebana, wê rûreşiya wan bi zelalî xuya bikira. Diviyabû wan ev firsend nedana vê serkariya Tirkiyeyê. Tirkan di hemû nîqaşan de ew wekî mînak nîşan didan û digotin: “Em ne li dijî kurdan, li dijî terorîstan in!” Ji xwe armancekî Almanyayê jî ew e, ku xiniziyên xwe û xwînxwariya serkariya tirk veşêre. Di her warî de Tevgera Azadî tewanbar bike, lewma ev ji bo wan delivekê kêrhatî bû. Belê sed car mixabin ku wan ev firsend da destê wan.
Diviyabû hemû konferansên weşanxaneyên kurdî jî li qata weşanxaneyên tirk lêbûn, pêkbihata. Lê lobiya tirkan di vê mijarê de jî li gor diruşma serkarên tirk “alavêre-dalavêre” erkên xwe yên nijadperestî baş pêkanîbûn û ew ji bernameyên jor derxistibûn. Hem jî yê ku ev kiribû yekê tirk bû û ew li ba almanan wekî rewşenbîrek tê nasîn. Mêrikan wekî gêleyan di bin her kevirî de derdikevin. Re û rîçal avêtine her derê. Lê em li hemberê vê lobiya wan çi dikin? Me tu tedbîr hene?
Ew êrîşa wan a li dijê weşanxaneyên Kurdistanê û bi vê re qelaştina nexşeya Kurdistanê jî çalakiyeke bi plan û organîzekirî bû. Dibe tiliya almanan jî têde hebe. Ew kesê êrîşkar wekî kesekî berpirsiyar û qehreman di nav weşanxanên tirk de digeriya. Çapemeniya alman jî ev tewan û rûreşiya dostên xwe yên dîrokî veşartin. Hema bigire hîç cih nedan vê êrîşa rûreş û nijadperest. Çi dibêjin: “Fatikan veşart potikan!”
Rewşa Weşanxaneyên Başûr
Weşanxaneyên başûrê Kurdistanê tenê berhemên bi alfabeya erebî anîbûn. Hemû berhem bi zaravaya soranî bûn, hin berhemên erebî jî hebûn, lê kurmancî nebûn. Gava ez cara yekem di ber wan weşanxaneyan re derbaz bûm, ji ber ku her tişt bi tîpên ereban bû û her çendî ez bi soranî jî dixwînim, min hîç dêhna xwe nedabûyê. Dibe ji ber tîpên erebî be, hîç bala kurdên Bakur nedikişand. Ev cudahiya alfabeyê li vir jî bi awayekî malxirabî li pêşiya jihevtêgihîştin û jihevsûdwergirtinê kelemeke herî mezin bû. Li aliyê din nebûna berhemên bi devok û zaravayên din, ew dijberiya kurmancî ya li başûrê Kurdistanê li vir jî bi zelalî dida xuyan. Kurdên başûrî nêzîkê pêşangehên kurdî yên bi tîpên latînî nedibûn. Digotin: “Êwe bo çi be pîtên kurdî-taze nanûsin?” Hima çawa ku em her yek ji welatekî din bin. Min xwest ez bi hinekan re bi kurmancî têkevim nava nîqaşê. Lê her camêrî bi hêlek ve gotin: “Kaka min behdînî tênagihêm, tu kurdî taze nazanî?” Ez jî li vir ji we xwendevanan bipirsim: “Xwenêrekanî xoşewîst, êwe kurdî taze (kurdî nawerast/ soranî) dezanîn?”
Li ser teregên weşanxanên bakurê Kurdistanê jî nîva nîv berhemên bi tirkî hebûn. Divê kurd di pêşangehên navneteweyî de tenê berhemên bi kurdî derxin pêş, da ku cîhan bikane me û rastiya rengê me bibîne. Berhemên bi zimanên din ji bo bala giştî hikariyeke baş nake. Ji bo nasandinê jî ne baş e. Axftin û nîqaşên li pêşangehan jî bi giranî bi tirkî bûn. Gava alman û tirk bi hev re di ber pêşangehên bakurî re derbaz dibûn. Tirkan digotin: “Sie sprechen turkîsch! Die sind auch turkische Stände!” (Ew bi tirkî dipeyivin, ev jî pêşangehên tirkan e.) Wer xuyaye ku li Bakur jî tirkî bela serê me ye.
Kêmasiya naveroka konferansan
Berê konferensa dîrok û wêjeya kurdî hat li darxistin. Di vê konferensê de rola Tevgera Azadî ya di pêşketina wêjeya kurdî de yekber hat ji bîr kirin. Bi dîtina min ev jibîrkirin ne kêmasî, ev sûc e. Eger îro em dikanin behsa wêjeya kurdî û pêşketina wê bikin, Berê her tiştî ev di serî de berhemên Tevgera Azadî, berhemên qehremaniya şehîd û şervanên azadiyê ne. Gava mirov vê têkiliyê nebîne, mirov rastiya me, dema me û pêşketinên li welat jî ji bîr dike. Ev mirovan dibe înkarê. Ma tekoşîna Tevgera Azadî neba, niha navê kurdan jî mabû?
Di konferensên navnetewî de divê zimanê me bi kurdî be! Zanîna ez dizanim, ev biryara rêbereya Tevgera Azadiyê ye jî. Li herêmên Medya jî, konferensên çapemenî, navneteweyî û fermî tev bi kurdî ne. Konferensên li Amedê pêk tên jî tev bi kurdî ne. Lê mixabin ku konferensa yekem, bê axaftina Selîm Ferat tev bi tirkî bû. Hem jî tirkiyekî pir xirab. Min tenê dengê tîpa “q” dibihîst. Gotarên axêvkaran jî vik û vala bûn, ji rastiya wêjeya kurdî dûr bûn, ji wê gava dihatin wergerandin, almanên haya wan ji rastiyê hebûn, li çavên hev dinêrîn. Ev hêjayê rexneyên tund e. Şanoya hat lîstin jî bi tirkî bû. Vê jî revizekirina strana Hozan Dilovan anî bîra min: “Zimanê tirkî zimanê me ye, gotin û biryar beyhûdaye!”
Konferensên endamên PEN’a Kurd tê de cih girtin, li gel hinek kêmasiyan, hinek bêhna me vekirin û bala me sivik kirin. Lewre wan mijara xiniziyên serkarên kolonyalîst anîn ziman. Di konferansa Mustefa Reşît de. Camêrekî Sûryanî qetliama xiristiyanên Misûlê û di vê qetliamê de rola kurdên Başûr yên misilman wekî pirs derxist pêş. Vê jî bandoreke nerênî li armanca konferensê kir.
Organîzekirin jî bi kêmasiyên mezin tijî bûn. Wekî mînak di warê teknîkê de, di warê mijara wergerê de. Ji ber van kêmasiyan konferensekê jî hatibû betalkirin.
Bêguman kêmasî ne sûc in, lê divê mirov ji kêmasiyan fêr bibe û di çalakiyên din de rê nede van kêmasiyan. Divê em amatoriyan cih bihêlin, êdî di her warî de bi profesyonelî gavan bavêjin. Em di qada navnetewî de li gor erkên cihanê tevbigerin, ne li gor cihaneke biçûk. Lewre em tevgereke di hêza dewletê de ye, temsîl dikin.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Şîrîn yan Şêrîn û rexneyên Zanyarekî Pispor
***
Nivîsên li ser Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê yên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Ji Fûara Pirtûkan a Frankfurtê dîmenên kurdewarî
- Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê, çi reng û çi hal!
- Pirtûkên kurdî jî li Frankfurtê ne
- Pamuk: Gelek malper li Tirkiyeyê qedexe ne
- Tirk û wêjeya kurdî û hatina Frankfurtê
- Şîrînê ber dilan 'Kapîtal'a Karl Marks e