Hevpeyvîn: Cemil Oguz
Yuksel Yavuz derhênerekî kurd e û zedetîr bi fîlmên xwe yên ku li ser pirsgirêkên civakî kişandine hatiye nasîn. Wî vê carê "Clos-upKurds" (Ji nêzîk ve kurd) kişand û fîlm piştî li Almanyayê û hin derên din ket vîzyonê vê carê li Stenbolê di Festîvala AFM Fîlmên Serbixwe If Stenbol de hat nîşandayîn. Derhêner Yavuz li Stenbolê bû mêvanê me û me li ser fîlm pêre hevpeyvîneke pêk anî.
Bi ya min dilpolatî ye ku mirov dest bavêje mijara pirsgirêka kurd. Te çawa dest pê kir?
Kesên ku li ser hunerê dixebitin ne rast ku ev pirsgirêka ku bi dehan salan e li Tirkiyeyê rojevê diyar dike piştguh bikin. Digel ku ez li vê derê, li derve dijîm jî vê pirsgirêkê bandor li min jî kir. Her wiha ev pirsgirêk we rehet nahêle, li dû we jî tê. Li Almanyayê, bi taybetî piştî salên 1980'î koçekberiyeke mezin a kurdan çêbû, wekî penaber hatin li wir bi cih bûn û her ku diçû hejmara wan zêde dibû. Min jî wê demê ji bo dadgehan carinan wergêrî dikir. Penaberên ku ji Tirkiyeyê dihatin sedî 95'ê wan kurd bûn. Bibe nebe tu ji pirsgirêkê haydar dibî, tu fêm dikî çi diqewime. Ez fikirîm ku rojekê ez dest bavêjim vê pirsgirêkê û ez ketim nav tevgereke wisa, min fîlm çêkir.
Te kengê dest pê kir, çiqas kişand?
A rat min di reşemî-adara 2003'yan de pêşnûmayeke amade kiribû, ev zêdetir li ser aliyê leşkerî bû, yanê proje li ser malbata gerîlayan û leşkerên ku li Kurdistanê pevçûne, yan mirine bû. Paşê ez fikirîm ku li ser sekinîna tenê aliyê leşkerî ne rast e, min bergeha wê guhart. Dema ez ji Tirkiyeyê çûn hê du sê meh ji bo derbeya leşkerî mabû. Di sala 1984'an de dema bavê min vegeriya bûyera ku dest bi çalakiyan kir pêk hat. Dema ez ne li Tirkiyeyê bûm çi qewimî, min berê xwe da wê û ez li mirovan geriyam: Ez dikarim bi kî re xeber bidim, kî dikare ji min re qala vê pêvajoyê bike? Divê ez ji malbata xwe biketama rê, ji ber vê yekê min ji dê û bavê xwe dest pêkir.
Fîlmekî dikare çiqas pirsgirêkeke ew qas mezin bîne ziman?
Bi ya min li gor jidilbûna wî ye. Dema mirov têne dîtin, bi wan re tê xeberdan, dema fîlm ji nû ve tê sazkirin her tişt bi jidilbûnê ve girêdayî ye. Lê armanca fîlmê min ew bû ez vê pirsgirêkê parîkî şanî raya giştî ya dinyayê bikim. Li ciheke pevçûna kurd-tirkan heye, Ocalan hatiye qufaltin, ew anîn Tirkiyeyê lê min dît ku bi naveroka meseleyê baş nayê zanîn, tiştên paş perdeyî nayên zanîn. Min xwest tiştên paşperdeyê vê meseleyê, aliyê wê yên mirovî nîşan bidim. Ez bawerim ji vî fîlmî mirov dest pê bike, hê mirov dikare gelek fîlmên din bikişîne ji bo mijarê zelaltir bike.
Fîlm li Almanyayê ket vîzyonê, li hin welatan hat nîşandayîn. Gelo temaşevanan çi hîs kir, mesele çawa dît?
Heta niha li Almanyayê li 40 sînemayan ket vîzyonê. Li Ewropayê beşdarî hin festîvalan bû. Li Kanadayê beşdarî Festîvala Mafên Mirovan bû. Di vê meha avrêlê de jî dê li hin televîzyonan bê nîşandayîn. Dê xwe bigihîne sed hezaran. Li ser reaksiyonên temaşevanên sînemayê jî ez vê bibêjim, wan wisa digot: Berî em li vî fîlmî temaşe bikin me digot qey em der barê pirsgirêka kurd de bi tiştan dizanin, lê bi vê me fêm kir ku em bi hindik tiştan dizanin, ji fîlm em hînê gelek tiştî bûn. Bi ya min ev gotineke di cih de ye. Wekî min got, divê mirov piştperdeya pirsgirêkê, aliyên mirovî nîşanê raya giştî bidin, ev fîlm destpêkek e. Ez ji ciwanên jîr dibêjim, bikevim nav tevgerê û çîrokên cihê vebêjin, belgeselên din saz bikin.
We ji Dibistanên Mecanî dest bi fîlm kiriye. We jî di van dibistanan de xwendiye. Çima Dibistanên Mecanî?
Di salên 1920-30'yan de fikirîn ku bi têkbirina serhildanan dê pirsgirêkê çareser bikin, di salên din de bi polîtîkaya veguhartin a Osmanî mesele domandi. Ev veguhastin asîmîlasyonê. Ev yek jî zêdetir bi Dibistanên Mecanî pêk anîn. Bi ya min bi awayakî bi ser ketin jî. Niha sedî çend ji kurdan dikare bi kurdî biaxive û binivîse? Ji bilî çend sed rewşenbîrên kurd hin dik kes hene ku kurdî wekî zimanê nivîskî bikar tînin. Ev yek komkujiyeke çandî ye. Ez wekî zarokekî ku li gund hatim dinê û mezin bûm yekem car li ku derê rastî tirkî hatim, min xwest ji wê derê dest bi kişandina fîlm bikim.
Hûn dibêjin 'Komkujiya çandî', Serokwezîr li Almanyayê got 'Asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye'. Li vê derê hûn têkiliyeke dibînin?
Ez wisa bibêjim: Wê rojê Erdogan ji Şimon Perez re got 'Hûn îsraîlî baş dizanin mirovan bikujin', Serfermandarê Giştî yê Îsraîlê bi ya min bersiveke baş da, got 'Bi neynikê li xwe binêrê dê baş be'. Gotineke pir rast e. Tiştên ku di van 25-30 salên dawî de li Tirkiyeyê qewimîne di asta wehşetê de ne. Ne tenê meseleya kuştina 30-35 hezar leşkerî, gerîlayan jî jiyana xwe ji dest da, gelek kuştinên kiryar nediyar hene, mirovên sivîl hatin kuştin. Hin dibêjin ev hejmar digihîje sed sed û pêncî hezarî. Kesên di destpêka vî şerî de leşker bûn îro zarokên wan dizin leşkeriyê û ev şer hê berdewam dike. Ev tişteke pir tirsnak e, ecêb e. Di heman demê de ev eybeke mezin a civakê ye.
Di fîlm de dîmenên gerîla, leşker, dîmenên gundên hatine valakirin hene. Te ev dîmen ji ku peyda kirin?
Dîmenên gerîlayan ji arşîvê hatine girtin. Hin dîmenên din, mînak dîmenên reş û spî hene, di 10 saliya Komarê de kameramanekî Rus kişandine. Herhal tekane dîmen ev in li ser wê demê. Di dema 10'emîn salvegera Komarê, sala 1933'yan de dema erebeya Ataturk tê qadê li kabloyên elektrîkê dikeve û kamera hemû betal dibin, tenê ev dîmenên kameramanên rus li holê dimîne. Ev dîmen li cem hevalekî min bû, min ew bikar anîn. Ji ber ku di fîlm de qala paşerojê jî tê kirin. Dîmenên din me kişandin. Ji Hamburgê me dest pê kir, Berlîn, Stockholm, dûre em hatin Tirkiyeyê. Li hin cihan ji bokişandinê destûra me hebû, li hin cihan jî beyî destûrê me kişand, ji xwe divê wisa be jî.
Karakterên te jî balkêş in. Mînak dayikek ku çavên wê kor in. Dayikek li Kampa Mexmûrê, dîsa zilamekî li Amedê te daye axaftin. Te ev karakter çawa hilbijartin?
Ez pêşî fikirîm ez dikarim bi kî re biaxivim. Îsmaîl Beşîkçî hat bîra min, min pirtûka "Dijwar" a Orhan Mîroglu xwendibû, ez fikirîm bi wî re xeber bidim. Min bi gelek gerîla û leşkeran re têkilî danî. Hilbjartina wan ne hêsan bû. Gelek ji wan nexwestin biaxivin. Leşker ji xwe qet neaxivîn. Min got, 'ezê derkevim pêş kamerayê, hûn dê nexuyin' dîsa qebûl nekirin. Ditirsiyan. Piştî leşkeriyê xelas dikin ew têne tirsandin, dibêjin 'tuyê neaxivî'. Lê leşkerekî ku wijdanê wî tehamul nedikir axivî. A rast gelek leşkerên wisa hene.
Ew jina kor jî xizma min e. Hê di şeş saliya xwe de çavên wê kor bûne. Bi wan çavên xwe yên kor şahidiya dîrokeke kiriye, min ew bi vî awayî girt nav fîlm.
Di film de gundên hatine valakirin hene. Dayikek ku koç kiriye dibêje, "Gundê me wekî bihuştê bû". Te bi wan re xeber da, pirsgirêk dê çawa çareser bibe, çareser bibe dê vegerin gundê xwe?
Xaltiya ku li Qampa Mexmûrê min pêre xeber da û mirovên li vê qampê di bin hin şertan de dixwazin vegerin gundên xwe, lê dixwazin tazmînat bê dayîn, dixwazin malên wan ji nû ve bêne çêkirin. Ger vegerin û dîsa zor li wan bê kirin ew nafikirin ku di şertên wisa de vekirin. Rastî ev e: Dixwazin vegerin.
Heta niha li dor 4 hezar gund hatine valakirin û serobin hatin kirin. Ev komkojiyeke civakî ye. Kurd hebûna xwe, civakîbûna xwe ji gundan digirin û dewletê bi awayekî zanebûn şer sedem nîşan da û gund vala kirin. Bi ya min ji nû ve sazkirina rewşê zor e, ji nû vegera wir, ji nû ve sazkirina jiyanê hinek zor e.
Li pêş me hilbijartinên herêmî hene. Li ser hilbijartinan tu çi difikirî?
Li herêma kurdan hemû partî li dijî DTP'ê bûne yek, tişteke wisa dixuye. Li cihên ku siyaset wekî kelehê dibîne ji bo wan deran ji destê DTP'ê derxe artêş jî ji bo AKP'ê dixebite, ez van yekan dibînim. Li vê derê em dibînin ku neyarî gihîştiye kîjan astê. Em dibînin ku xirecir gihîştiye kîjan astê û lihevkirina civakî çiqas dûr e.
Lê ez bi xwe ji Qereqoçanê me, jina min jî ji wir e. Ez dixwazim DTP li Qereqoçanê bi ser bikeve. Di mînaka Amedê de jî diyar e bi ya min şaredariyên di destê DTP'ê de baş dixebitin, xizmetê ji bo gel dikin. Ez dixwazim li bajarên kurdna DTP bi ser bikeve..
Projeyeke we ya nû heye? Hûn niha li ser çi dixebitin?
Dîsa li ser Tirkiyeyê dê projeyeke min hebe. Zêdetir li ser muzîk, cureya muzîka ye li van deran, projeyeke li ser mozaîka Tirkiyeyê heye. Niha di asta fînansmanê de ye. Di demên pêş de ez dixwazim li ser Amedê fîlmekî bikişînim. Amed wekî bajarî, bi avahîsaziya xwe ji bo fîlm kişandinê gelek guncan e. Ez ji Amedê hez dikim
***
Yuksel Yavuz kî ye?
Derhêner Yuksel Yavuz di sala 1964'an de li Qereqoçanê hatiye dinê, li Zanîngeha Siyaset û Aboriyê ya Hamburgê dersa Aboriya Neteweyî û Sosyolojî xwendiye, di sala 1992'yan de li Zanîngeha Hunerên Plastîkî ya Hamburgê di beşa têkiliyên dîtbarî dest bi xwendinê kiriye. Heta niha wî belgefîlmên “100 and one Mark” (1994) û “My Father Was a Guestworker” (1995) kişandine. Yekemîn car bi navê “Zarokên Avrêlê" (1998) fîlmekî metraj dirêj kişand û dûre kurtefîlm “The Man With the White Coat” (2000) û piştî vê jî dîsa fîlmekî metrajdirêj “Azadiya Biçûk” (2003) kişand.
"Clos-up Kurds" belgefîlmê dawî yê Yuksel Yavuz e.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.