Cemil Oguz
Li Tirkiyeyê û li Bakur bi ser 20'î re weşanxaneyên kurd hene lê mixabin tenê 6 weşanxaneyên kurd beşdarî Fûara Pirtûkan a Stenbolê dibin.
Fûara Pirtûkan a Stenbolê li Tirkiyeyê fûara herî mezin e. Bi sedan weşanxane û saziyên sivîl di fûarê de berhemên xwe pêşkêş dikin, danasîna xwe dikin. Îsal 34'emîn car dê Fûara Pirtûkan a Stenbolê di navbera rojên 7-15'ê meha sermawezê de li dar bikeve. Bername û beşdarên fûarê hêdî hêdî şikil digire. Fûar ji aliyê TUYAP'ê ve tê lidar xistin û temaya îsal "Mîzah: Bi bişirînê mirov li jiyanê binêre" ye. Mêvarê Rûmetê yê îsal Tan Oral hatiye hilbijartin û wekî Welatê Mêvan ê Rûmetê jî Romanya hatiye diyarkirin. Îsal li bendê ne li gor 750 weşanxane û saziyên sivîl di fûarê de standê vekin û her wiha dê li dor 300 çalakî jî li dar bikevin. Her wiha nivîskar jî dê pirtûkên xwe îmze bikin. Weşanxaneyên kurdan jî standê vedikin lê hin jê.
Çima weşanxaneyên kurdan kêm in?
Li Tirkiyeyê û li Bakur bi ser 20'î re weşanxaneyên kurdan hene. Her ku diçe hejmara weşanxaneyên kurdan zêde dibe lê di fûarên wisa de hejmara weşanxaneyên beşdar zêde nabe. Îsal jî ji van weşanxaneyan tenê 6 weşanxaneyên kurdan (Weşanên AJANS J & J, ARAM, AVA, AVESTA, NÛBIHAR û PEYWEND) beşdar dibin. Di ew qas fûareke mezin de pirsa çima weşanxaneyên kurd ên din beşdar nabin tê pirsîn.
Ji bilî weşanxaneyên kurd Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, ji kovaran kovara Kurt Tarîhî jî standê vedike. Her wiha ji weşanxaneyên çepgir Weşanên Evrenselê ku ew bi xwe kurdî jî çap dike, dîsa Weşanên Belge jî standê vedike.
*Têbinî: Li gor agahiya ku min ji TUYAP'ê girtiye, lîsteya dawî wisa ye. Ger weşanxaneyên din ji îro pêde beşdar bibin emê li lîsteyê zêde bikin.
Dîsa Weşanên HÎVA û Weşanên SÎTAV di lîsteyê de nîn in lê li standa J&J'yê beşdar dibin..."
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
**
REKLAM:
Ji kovara "KURT TARÎHÎ" dosyayek girîng "Mîrîtiya Kurdan"
www.kurttarihi.org
kurttarihi@yahoo.com
twitter.com/kurttarihi
facebook.com/kurttarihi
Tel: 0532 173 25 09