Mêrdîn
Li Midyada Mêrdînê "Komalaya Milehemiyan, a Ol û Diyaloga Navbera Şaristaniyan" ji bo Michael Jackson mewlûd da xwendin û bi 5 zimanan dia kir. Çalakiya bîranîna Jackson wê hefteyekê bidome.
Michael Jackson par di 26'ê pûşperê de miribû. Mihelemiyên Mêrdînê ji bo wî bîranîneke li dar xistin ku ev bîranîn wê hefteyeke bidome. Pêşî mewlûd hate dayîn. Mewlûd li gundê Habsunnes a Midyadê hat dayîn û li dor hezar kesî beşdar bû. Digel stranên slow ên Jackson sînevîzyona li ser wî hate amadekirin hat nîşandayîn.
Di mewlûde de tîşortên li ser bi tirkî "Allah Seni Korusun", "Seni asla unutmayacagiz",
bi îngilizî "God be with you", bi kurdi "Em te ji bir nakin" û bi erebî "Allah ikun meik" hatin belavkirin.
Serokê Komeleya Mihellemiyan Mehmet Ali Aslan got ku wan ji bo Michael Jackson çalakiyên bîranînê yên hefteyeke bidomin li dar xistine û ewê abîdeya Jackson jî çêbikin.