Diyarname
Li Vatîkanê ji bo papayê nû hilbijartin li dar ket û papayê katolîkan Robert Prevostê ê 69 salî hat hilbijartin. Robert Francis Prevost wê navê "Leoyê 14'emîn" bikar bîne.
Papa Franciscus roja 21'ê avrêlê miribû. Ji dêvla wî divê papayekî bihata hilbijartin û ew hilbijartin îro temam bû. Li gor isûlan piştî "dûmanê sipî" ji lojinê bilind bû, eşkere bû ku papayekî nû hatiye hilbijartin. Dûre hat eşkere kirin ku Robert Francis Prevost wekî papayê nû hatiye hilbijartin. Hat gotin ku ji 133 kardînalan herî hindik ji sisêyan diduyan deng daye Papa Leo.
Robert Francis Prevos li xwaringeha Azîz Peturs Bazîlîkasî silav da gel.
QALA AŞTÎ KIR
Papayê nû Provest di axaftina xwe ya pêşî de got ku divê bi diyalogan pir bene çêkirin û qala aştiyê kir.
TRUMP: JI BO DYA'yê RÛMETEK MEZIN E
Piştî hilbijartinê Serokdewletê DYA'yê Donald Trumpî peyamek belav kir û got, "Ez papayê nû pîroz dikim. Ev ji bo DYA'yê rûmetek mezin e. Ji bo ez ligel Papa Leo hevdîtinê bikim bê sebir im. Ev dê gelek bi wate be."
ROBERT FRANCIS PROVEST KÎ YE?
Robert Francîs Prevots 14’ê rezbera 1955’an li Chîcago hatiye dine. Oldarekî katolîk ê amerîkî ye. Ji sala 2023’an ve wekî Serokê Dîkateşiya Pîskoposan û Serokê Komîsyona Pontifîkal a Amerîkaya Latîn kar dikir.
Berê di navbera salên 2015-2023’an de wekî Pîskoposê Chîclayo ya Perû, salên 2001-2013’an Serkeşeyê Terîqata Ezîz Aûgûstînûs erk girtiye ser milên xwe.
Di sala 2023’şan yd ji aliyê Papa Francîs ve wekî kardînal hatibû îlankirin. Ji sala 2025’an û vir ve ligel Karînal Prevost erkê Pîskoposê Albano Kardînal hilgirtibû.


