logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Stranbêj Jan Axîn: Pîvana min a herî mezin rihê kurdî ye

  • Dîrok: 27/04/2026
  • Beş: Nûçeyên Çandî

___Daristan Pala / Wan / AW___

Stranbêj Jan Axîn serboriya xwe ya hunerî ya 25 salan nirxand û pîvana xwe ya sereke ya hunerî eşkere kir: “Li ku derê dibe bila bibe, eger cihê ku rihê kurdî lê nebe ez wir naxwazim.”
Stranbêj Jan Axîn yek ji pêşengên muzîka rock a kurdî ye. Jan Axîn ê ku kariyera xwe ya profesyonel di sala 2000'î de daye dest pê kirin, heta niha 3 album derxistiye. Jan Axîn ê ku salên dirêj mamostetiya dibistanê kiriye, di muzîka xwe de ahenga zimanê kurdî û formên cîhanî digihîne hev. Di demên dawî de bi xebatên xwe yên li ser (AI) û singleyên nû, nûjenkirina muzîka kurdî wekî armanc daye pêşiya xwe. Jan Axin muzîkê wekî “çîroka jiyanê û xizmeta ji bo pêşerojê” pênase dike.

25 sal û sê albumên bîrawer

Jan Axîn qala albuma xwe ya  pêşî “Bajar” kir û got: “Piştî albuma ‘Bajar’, di sala 2005’an de ‘Evîna Şikestî’ û di sala 2018an de jî albûma ‘Zerîba’ gihîşt ber destê guhdaran. Muzîka Rock formekî cîhanê ye, lê ahenga zimanê Kurdî ji bo vê muzîkê gelekî guncav û têrker e. Di vî warî de Koma Wetan û mamoste Kerem Gerdenzerî ji bo me ekolek in û ez hîn jî ji muzîka wan gelekî hez dikim.”

‘Huner ji bo pêşerojê ye’

Jan Axîn derbarê felsefeya hunerê de dibêje, "huner ne karekî rojane ye" û van lê zêde dike: “Mirov hunerê ji bo pêşerojê çêdike. Jiyan carna li mirov giran tê, mirov nexweş dikeve an jî diweste, lê huner her tim di dilê mirov de ye. Ez evîndarê hunerê me, çi li ser dikê be çi jî li malê be, mijûliya min her muzîk e.”

‘Nexweşî û mamostetiyê nekarî pêşiya hunerê bigire’

Jan Axîn diyar kir ku di nava jiyanê de hin astengî derketine pêşiya wî, lê ew tu carî ji muzîkê dûr neketiye û ev yek anî ziman: “Demekê min nexweşînek giran derbas kir, lê îro tenduristiya min pir baş e. Her wiha min mamostetî jî dikir, karê mamostetiyê carna pêşiya xebatên min ên hunerî digirt. Lê îro min ew kar berdaye û ez bi tevahî li ser muzîkê hûr dibim. Mirov di her şert û mercî de be, li malê be, di rê de be an jî li cem hevalên xwe be, divê dilê wî bi muzîkê re lê bide.”

‘Divê em li dijî teknolojiyê nebin’

Jan Axîn bal kişand ser guherîna derfetên teknîkî ya di nava salan de û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Dema me albuma ‘Bajar’ qeyd dikir, îmkan pir kêm bûn. Stûdyo tenê li bajarên mezin bûn û mesrefên wan pir zêde bûn. Lê îro mirov dikare bi telefonekê qeydên bi kalîte û klîban çêbike. Divê em li dijî teknolojiyê nebin, serdema niha serdema aqilê zîrek (AI) e. Min klîba strana xwe ya dawî ‘Hêviya Baranê’ bi AI’yê amade kir.”

Stranên kevn bi rihê nû

Jan Axîn derbarê projeyên xwe yên di siberojê de jî ev agahî dan: “Ez naxwazim xwe bixapînim, teknolojî asteke bilind dide me. Ez dixwazim 5 stranên xwe yên kevn ên ji albumên ‘Bajar’, ‘Evîna Şikestî’ û ‘Zerîba’ bi alîkariya AI'yê ji nû ve aranje bikim. Ez ê van berheman ne wekî album, lê wekî single bi navber biweşînim. Her wiha xebatên min ên li ser stranên nû jî berdewam dikin.”

‘Ez deyndarê muzîka kurdî xwe me’

Jan Axîn di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser performansa xwe ya li ser sehneyan û wiha got: “Felsefeya min a hunerê zelal e, eger sehneyek li dijî muzîk, jiyan û siyaseta kurdî nebe, ez ê li wir bim. Cih çiqas bilind be an jî çiqas kêm be ne girîng e, eger tê de rihê kurdî nebe, ez wir naxwazim. Ez ji bo muzîka murdî xwe deyndar dibînim.”

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

news
  • 17 10 2026

Li vîzyonê vê hefteyê

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

50 hezar kesî dawî li Mîhrîcana Mûnzûrê anî

ad

Ji hilbijartinên PE'yê îstîfa derketin

ad

Li Kobanî kargeha sînemayê vedibe

ad

Ayşe Şewaqî albuma xwe derxist

ad

'Doktor Jîjo' yê duyemîn jî derket

ad

Harûn Elkî li Kadikoyê ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname