Amed
CHP'ê berendamên xwe yên navçeyên navendî yên Amedê yên ji bo şaredariyê eşkere kirin.
Îro li Rêxistina Bajêr a CHP'a Amedê civîneke çapemeniyê hate li dar xistin û berendamên CHP'ê yên navçeyên navendî yên Amedê diyar bûn. Li gor daxuyaniyê berendamên CHP'ê yê Baxlarê Mehmet Reif Yaramış, ê Kayapinarê Mehmet Salih Baydur e.
Berendamên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê CHP'ê AHmet Remzi Sayilan jî axivî û got: "Em îro ne ji bo siyasetê ji bo xizmetê li hev civiyane."
Piştî nasandina berendaman, berendamên CHP'ê bi gotina "Ampûlê biteqîne, gavê ji bo çareseriyê bavêje" ampûlên plastîkî teqandin.


