Diyarname
Di serdema Osmanî de her tişt bi ser kurdan de hatiye. Ew hatin kuştin, di heman demê de hatine koçberkirin jî. Yek ji van gavan jî koçberkirina eşîtên kurdan a di dema Tanzîma Osmanî de ye. Bi vê yekê xwestine eşîrên kurdan qontrol bikin.
Di kovara "Kurt Tarîhî" hejmara wê ya gulan-pûşpera 2016'an (hejmar 24) de Yener Koç li ser vê meseleyê nivîsiye. Di nivîsê de li ser vê meseleyê ya li eyaletên Erzerom û Kurdistanê hatiye sekinîn, rewşa koçber li ber çavan hatiye raxistin.
Di kovara ku bi tirkî weşanê dike de dema nivîsên bi kurdî yên li ser dîrokê ji wan re diçin jî diweşînin. Di vê hejmarê de du nivîsên bi kurdî hene. Yek jê Rohat Alakom bi sernavê "Ji aliyê Skandînavan ve Çêkirina Rêya Hesinî Li Kurdistanê (1927-1934)". Di nivîsê de tê gotin ku wan wê demê 1100 kîlometre rêya hesinî çêkiriye ku 580 kîlometre ji Enqereyê heta Behra Reş, bi 500 kîlometreya ku çêkiriye jî Bexda bi Amedê ve girê daye.
Nivîsa din a bi kurdî jî ji aliyê Seîd Veroj ve bi sernavê "Mesela Mihacirên Kurd Di salên şerê Cîhanê yê Yekemîn" de hatiye weşandin.
Yek ji nivîsên balkêş a kovarê jî "Di hilbijartina 1908'an de Wîlayeta Diyarbekir û Sencexên wê" ye ku Mesut Ataş nivîsiye. Ji Pîrînççîoglu Arîf Efendî heta Ziya Gokalp berendam û serketiyên wê hilbijartinê yên li Amedê û sencexên wê hatine rêzkirin
Her wiha nivîsa Robent Olson a bi sernavê "Bandorên di pêşketina neteweperestina tirk-kurdan" de li tirkî hatiye wergerandin.
Ji nivîsên din Mehmet Bayrak "Dîroka nêz ku ketiye nava menzûmeyan", Serhat Bozkurt "Di dema Şerê Cîhanê yê 1'emîn de Meseleya Penaberên Kurd" nivîsiye.
Li ser navê kovarê Vecdi Demir bi Cemil Gundogan hevpeyvînek kiriye û hevpeyvîn bi sernavê "Duh û îroya 'Pirsgirêka Kurd'" hatiye weşandin.
Ji bo têkilî û xwestinê:
kurttarihi@yahoo.com
www.kurttarihidergisi.org
GSM: 0532 173 25 09


