Diyarname
Malpereke ku ji bo zarokan edaletê dixwaze û li benda îmzeyên we ye hate vekirin.
Malpereke bi navê "Em ji bo zarokan edaletê dixwazin" bi navnîşana "http://www.cocuklaraadalet.com" vebû.
Di malperê de tê diyar kirin ku li ku derê dibe bila bibe her kesê di bin temenê 18'an de be zarok e.
Malper li ser mafê hemû zarokên ku di nav temenê 12 û 18'an de ne, yên ku li Amed, Edene, Şirnex, Sêrt, Wan, Culemêrg û bajarên din de ne, hatine binçavkirin, bi îşkenceyê re rû bi rû mane, mafê wan hatiye binpêkirin û hatine girtin disekine. Ji bo mafê wan zarokan metneke amade kiriye û ji bo îmzeyê hatiye vekirin. Her kesê ku bixwaze ji bo alîkariya zarokan dikare metnê îmze bike. Ev metin dûre dê jibo Meclisa Tirkyeyê û Wezîrê Dadê re bêne şandin.
Di malperê de xalên ji Danezana Mafên Zarokan jî hatine bicihkirin.
Ji bo kesên ku bixwazin îmzeya xwe bavêjin bin metnê navnîşana malperê ev e:
http://www.cocuklaraadalet.com


