Diyarname
Îro 5 endamên Koma Aştiyê ku girtî mabûn jî serbest hatin berdan. Niha Amed xwe amade dike ku bi dehezaran kesî pêşwazî li wan bike.
34 endamên Koma Aştiyê duh ji Deriyê Sînor ê Xabûrê ketibûn hundir. Piştî girtina îfadeya wan 29 kes serbest hatibûn berdan û 5'ên din îro hê wekî girtî mabûn. Pêşî sê ji wan û ber bi êvarkî jî her duyên din jî berdan û bi vî awayî ji endamên komê kes di bin çavan de nema, hemû serbest hatin berdan.
Niha Amed amadehî dike ku bi dehezaran kesî pêşwazî li endamên Koma Aştiyê bike.
Di vê navberê de Serokê Baroya Amedê M. Emin Aktar diyar kir ku piştî amadehiya lêpirsî ya dozgeriyê îhtîmale ku dozgerî li endamên Koma Aştiyê doz veke û wan bidarizîne.



