Ji bo vê hefteyê: 'Okul Traþi', 'Memory', 'Synchronic'
Diyarname
Vê hefteyê 4 jê ji derveyî Tirkiyeyê 3 ji Tirkiyeyê 7 fîlm ketine vîzyonê. Ji yên derve em "Memory" û Synchronic" derdixin pêþ. Û helbet fîlmê derhêner Ferîd Karahan "Okul Traþi" ji bo vê hefteyê em pêþniyar dikin.
"Okul Traþi"
Fîlmê "Okul Týraþý" par li gelek festîvalan hat nîþandayîn. Li Antalyayê Xelata Fîlm, Senoryo, Vesazkirin û Lîstikvanê (Ekin Koç) Herî Serketî girt. Fîlm li Enqereyê jî Xelata Vesazkirina Herî Serketî û Lîstikvanê Herî Serketî girtibû. Fîlmê derhêner Ferît Karahan ku li Tirkiye, Rusya, Îran û li gelek welatên din beþdarî festîvalan bû niha li Tirkiyeyê ket vîzyonê.
Fîlm çîroka zarokên kurd ên li dibistanên leylî dimînin pêþkêþ dike. Yusuf dixwaze hevalê xwe yê nexweþ ketiye bibe nexweþxaneyê lê pêþî burokrasiya rêveberiya dibistanê, paþê jî rewþa dijwar a xwezayê dibe asteng. Di nav vê zehmetiyê bûyerên din jî diqewimin.
Di fîlmê Karahan de Ekin Koç, Mahir Ýpek, Cansu Firinci û Melih Selçuk
'Memoy'
"Memory" fîlmê derhêner Martin Campbell û bi navê "Geþmiþe Dönüþ" xistine vîzyonê. Di fîlm de Liam Neeson, Guy Pearce, Monica Bellucci û Josh Taylor dilîzin.
Aleks Lewis kujerekî ye û bi pereyan karê sûîkastê dike. Aleksê li El Paso ya Teksasê dijî tam di dema ku dixwaze malniþîn bibe de bi bîranîneke xwe re rû bi rû dibe: Têkiliyeke wî ya berê peyreke nû dide. Lê ev karê dawî ne li gor peymana wan dertê û berê wî ber bi operasyoneke veþarî ya FBI tê ku di bin rêberiya Vincent Serra de ye.
"Synchronic"
Fîlmê "Synchronic" (Senkronîk) çÎroka du tenduristkarên bi navê Steve û Dennis ku li New Orleansê dijîn pêþkêþ dike.
Rojek banga alîkariyê ji bo van her du hevalan tê. Ew diçin. Mirina kesê diçin cem wekî ku ji tilyakê be dixuye lê mirî bi þûreke gelek kevn hatiye kuþtin, ku ev yek serê wan tevlihev dike. Tekane delîl dermanekî bi navê Synchronic e.
Fîlmê ku Justin Benson û Aaron Moorhead derhêneriya wî kiriye, Jamie Dornan, Anthony Mackie, Katie Aselton û Ally Ioannides dilîzin.
Va ne hemû fîlmên vê hefteyê:
- Memory / Derhêner Martin Campbell
- X / Derhêner Ti West
- Synchronic / Derhêner Justin Benson, Aaron Moorhead
- Pil's Adventures / Derhêner Julien Fournet / Anîmasyon
- Okul Tiraþi / Derhêner Ferit Karahan
- Son Seans MTTH / Derhêner Gokhan Murat Toktamiþoglu
- 41 Kere Maþallah / Derhêner Ahmet Kapucu