Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) li bajarê Silêmanî li Otela Titanic dest pê kir û heta sibê dê bidome.
Di konfiransê de berpirsên bajarê Silêmaniyê û partiyên siyasî yên Başûr û nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistinê, tevî şandeke Wezareta Berevaniya Amerîka û bi dehan rewşenbîr, amade bûn. Dr. Aso Ferîdûn (Parêzgerê Silêmaniyê), Adil Murad (Sekreterê Encûmena Navendî yê YNK’ê), Nûnerên Tevgera Goran, Tevgera Azadiya Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê, Partiya Ayînde, Xerîb Hiso (nûnerê PYD’ê li Başûr), Bêrîvan Xalid (Wezîra Çandê ya Kantona Cizîrê), Nûnerên Sendîkaya Rewşenbîriya Herêma Kurdistanê, nûnertiya Berevaniya Amerîka û hejmarek mezin ji rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê yên li Ewropa û Bakur û Başûrê Kurdistanê beşdarî konfiransê bûn.
Axaftina destpêkirin endamê komîteya amadekar Hozan Efrînî kir.
Berdevkê Ragihandina HRRK’ê Helîm Yûsiv jî derbarê armanca li darxistina konferansê de axivî û got: “Armanca yekem ya konferansê xwe bi rêxistin kirin e. Li ser asta xwe birêxistinkirinê me xwest em li Herêma Kurdistanê şaxeke HRRK’ê vekin, emê di vê konferansê de li ser vê yekê rawestin û rêveberiya wê diyar bikin. Ev biryar di Kongreya 4’emîn a li Ewropayê de hat dayîn. Wê endamên me tenê ji rewşenbîrên rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê ne pêk werin. Asta duyemîn jî li ser asta rewşenbîrî ye, em dixwazin asta rewşenbîrî derbasî rojavayê Kurdistanê bikin. Ji ber ku ev hevgirtina me di sala 2004’an de piştî serhildana Qamişlo li Ewropa hat damezrandin. Di roja îro de li rojavayê Kurdistanê rê ji her kesê ku dixwaze karê rewşenbîrî bike re hatiye vekirin. Ji ber vê yekê jî me pêwîst nedît em karê xwe êdî ji derve bikin. Ji ber vê yekê ji armanca me ewe em kongreya xwe ya 5’emîn li ser axa rojavayê Kurdistanê pêkbînin.”
HRRK'ê berê li Amedê konferansa xwe li dar xistibû û pêşî HRRK-BAKUR ava kiribû û niha jî dike ku HRRK-BAŞÛR ava bike. Roja diduyan a konferansê encamên bêne girtin dê bêne eşkerekirin


