Diyarname
Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku di sala 2009'an de hejmara betalan derketiye asta rekorşikandinê û got: Hejmara betalan derketiye 212 mîlyon kesî. ILO radigihîne ku li gor sala 2007'an 34 mîlyon kesên din li artêşa betalan hatine zêdekirin.
ILO li ser vê yekê raporeke weşand ku ew agahiyên xwe dispêre IMF'ê. Li gor ILO'yê di sala 2010'an de li Yekîtiya Ewropayê dê 3 mîlyon betalên din li vê artêşa betalan bêne zêdekirin.
Rapor radigihîne ku di navbera salên 2007-2009'an de hejmara kesên ciwan ên betal wekî 10,2 mîlyon kes zêde bûye.
Ji raporê hin xalên din:
- Di sala 2008'an de 633 mîlyon karker û malbatên wan rojê bi 1,25 dolarî tenê debara xwe kirine. Herî hindik 215 mîlyon karker jî li ber vê sînorê ne.
- Bazar divê ji bo ciwanên ku her sal beşdarî kar dibin piyaseyê veke.
- Asta betaliyê li dinyayê 6,6 e. Ev yek li gor hin herêman diguhere.