Diyarname
Hevşaredarên Batman, Bişêrî û Îkîkopru "ji ber çalakiya mertalên zindî" duh hatin binçavkirin û îro hatin tewqîfkirin.
Li Sasonê ji bo pevçûn çênebe roja 18'ê mehê Hevşaredarên Batmanê Gulistan Akel û Sabri Ozdemir, Hevşaredarên Kercewsê Abdulkerim Kaya û Zeynep Oduncu, Hevşaredarên Bişêrî Dicle Tekik Erdem û Mustafa Ozturk, Hevşaredarên Îkikopru Hidayet Tiryaki û Osman Karabulut, Hevşaredarên Balpinarê Gulistan Erdinç û Ejder Sarigul, Hevşaredarên Batmanê Mehmet Candemir û Songul Korkmaz, Hevserokên HDP'ê yên Batmanê Bari Karaagaç û Rojda Surucu jî di nav de komek mirov çûbûn cihê pevçûnê û dest bi çalakiya mertalên zindî kiribû. Ji wan 83 hatibûn binçavkirin. Ji van 83 kesan jî 56 kes piştî girtina îfadeyên wan hatibûn berdan lê 27 kes bi daxwaza tewqîfkirinê ew şandibûn cem dadger.
Ji van Hevşaredara Batmanê Gulistan Akel, Hevşaredarê Bişêrî Mustafa Ozturk, Hevşaredarê Îkîkopru Osman Karabulut, Hevserokê DBP'ya Batmanê Mehmet Candemir, Hevseraka HDP'ya Batmanê Rojda Surucu jî di nav de 26 kes hatin tewqîfkirin.
Hevşaredarê Batmanê Sabri Ozdemir jî bi biryara "kontrola edlî" hat berdan.