Diyarname
Wekî gelek salan îsal jî gele bûyerên balkêş rûdan. Vane ji wan hi nûçeyên balkêş:
Li Qesra Spî "Mêvanên nevexewndî"
Li DYA'yê, Serokê DYA'yê Barack Obama li ser rûmeta Serokwezîrê Hindistanê Manmohan Singh xwaireneke pêşkêş kir lê du mêvanên ku ne vexwendî bûn jî beşdarî xwarinê bûn
Cotên Tarik û Michaele Salahi derbasî Solana Hêşîn a xwarinê bûn bêyî ku ewlehiya Qesra Sipî hay ji wan hebe.
Çapemeniyê wêneyên wan ku nêzî Obama ne weşand.
Ev yek hem wekî nûçeyeke balkêş li nav bûyeran de cih girt, hem jî bi vê yekê re ewlehiya Qesra Spî ji nû ve hate nîqaşkirin.
Peyama "Thatcher mir" her der tevlihev kir
Wezarî Ragihandinê yê Kanadayê bi telefona xwe ya destan peyama "Thatcher mir" ji wezîrekî din re şand.
Wezîr ku li Torontoyê li galayekê bû ev peyam girt şok bû û ev peyam ji nişke ve li nav rayedarên payebilind belav bû.
Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper agahdar kirin ku Serokwezîra berê ya Îngilistanê Margaret Thatcher a 84 salî miriye. Dîplomatan dest bi nivîsandina peyama sersaxiyê ji bo Thatcher kirin û xwe gihandin rayedarên îngilîz lê haya wan ji tiştekî nîn bû. Bi vî awayî rastiya meseleyê derket holê: Pisîka Wezarê Ragihandinê ya bi heman navî hişk bûye.
Penguenên nêremok çêlika penguanan ji xwe re kirin ewlad
Li Almanyayê, li bexçeyeke sewalan de du penguenên nêremok yên bi cureyê Humboldt ji pengueneke ku "dê û bavê wê" ew red kiribûn girtin ji xwe re kirin welet.
Hêka ku berî biqelişe ji aliyê dê-bav hatiye redkirin ji aliyê baytaran ve ji wir hate girtin û danîn hêlîna penguenên nêremok. Her du penguenan ew hêk bi kêfxweşî pêşwazî kirin û li ser hêkê qupketin.
Patronê dilzêrîn
Li Îtalyayê rêveberê şîrketeke biçûk a metelartuyê yê bi navê Marco Colombo (38) jêre ji lotoyê nêzî mîlyon Euroyeke (nêzî 2.2 mîlyon TL) derket. Patronên dilzêrîn ji vê pereyî 350 hezar Ewroyê wê li karkerên xwe belav kin.
Leşkerên jin sudyen xwestin
Li Swêdê leşkerên jin ji artêşê ji bo di şer û pevçûnan de li xwe bikin sudyen xwestin. Nêzî 500 leşkerên jin ên xeşîm diyar kirin ku sudyenên wan zû diqetin û ew mecbûr dimînin zêde sudyenên xwe bi xwe kirin. Rayedara sendîkayê Paulina Rehbinder diyar kir ku leşkerên mêr kincên xwe yên hundirîn ji artêşê digirin lê jin ji derve van digirin û ev kinc li hemberî şer yan jî şewatê ne baş in û di encamê de ji artêşê alîkarî xwestin.
Şevşevik ji Letonyayê di 28 rojan de çû Swîsreyê
Şevşevik ku giraniya wê 8 gram e 1360 kîlometreya di navbera Letonya û Swîsreyê de di 28 şevan de derbas kir û rekor şikand.
Li gor rayedaran şevşevika nêr her şevê herî hindik 50 kîlometre rê li dû xwe hiştiye. Şevşevikên biçûk ên koçber yên bi cureyê "Nathusius" nêzî erdê difirin û ser rûyê erdê dişopînin û diçin.
Mîlyon dolarekî avêt çopê
Li Îsraîlê jineke doşega xwe ya ku mîlyon dolarekî pere têde bû bi şaşî avêt çopê.
Jineke ciwan bi navê Anat ji bo ku li diya xwe surprîzeke bike doşega wê ya kevn bir avêt çopê lê nedizanî têde mîlyon dolarekî veşartiye.
Qeyrana plakaya mustehcen
Li Erebistana Siûdî ji bo ciwanên dewlemend plakayên taybet dihatin çêkirin û tîpên Erebî ku li Latînî dihatin veguhartin hin peyvên îngilîzî nerehetî derxistin holê û 90 hezar plakayên bi vî rengî hatin qedexekirin.
Rayedaran hin plakayên ku ji sê peyvan pêk tên qedexe kirin. Di nav van de plakayên ku "USA" (DYA) nivîsandine jî hene.