Ferzan Şêr
"şevên kujer rojê, stûxwar hiltînin."
13 berfanbar1980
Şeş sal berî zayîna min,
hezar û nehsed û heştê sal pîştî Zayîna Îsa bû.
Dîwarên celad sûrên zilmê bûn,
girtî ji azadiyê diparastin.
Bayên tirsonek di bêhna miriyan da difetisîn,
Sîsarkên xasûk "çarîna mirinê" distrandin.
Taritiya kevneperestiyê çermê qûna xwe li rûyê xwe kiribû.
Benê di stûyê te de huvdeh salî bû.
Kî zane;
ger te ew şev serê xwe di pêsîra sêdarê de nekewanda,
te yê çend cara pişta xwe bidaya axên kulîlkan,
te yê çend qulaç bo azadiyê bavêta
te yê çend stran li şaneşîna keçika bidaya.
Yê ez dizanim,
pîştî çûna te;
çend neheng xwe li peravê xistin,
çend Zîn Memê xwe di zindana de rizandin.
Û çend keçik bi destê xwe keçiniya xwe rijandin.
Pîştî çûna te;
Kûlîlk di hevdeh rojên xwe de çilmisîn
Çûk di hevdeh mehên xwe de perpitîn,
û avikên helbestê di hevdeh gavan de mirar çûn.
26.09.2008, Batman
Têbinî: Ev helbest ji du beşan pêk tê. Beşa yekemîn ez bi zanîn nadim ev bo Leyla Qasim e. Beşa duyemîn jî bo Erdal Eren e.
***
Nivîsên Ferzan Şêr ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Pêncşema Nalet Lê, Sermaweza Qedalêketî
- Destana keça afgan
- Di nivîseke derengmayî de bîranîneke windayî
- Sêdarên şermoke, giyotinên ko
- Silav Welatyar


