Ferzan Şêr
“Gelo hûn dizanin,
Çend bivir ko dibin
Ta ku,
Darek ji dara mazî tête birîn?”*
Zemano tu çiqas xerab î. Ne dihêlî bijîm ne jî bimrim. Ne dikarim binivîsim, ne jî bixwînim. Hemû hestên min nîvco man. Çîroka Şêx Araqo, ya Xecê û helbesta nebinavkirî nîvco man.
Min soz dabû malpereke kurdî ku her panzdeh rojê carek binivîsim û vaye te ez derdest kirim. Tu zanî mirov çawa dikare binivîse û nivîskar çawa dinivîsin. An jî dev jê berde. Bifikre ka nivîskar çi dinivîsin, ji çi sûd werdigirin. Pirî caran kêfxweşiyên xwe, hezkirinên xwe, êş û kulên xwe dinivîsin. Lê carina jî hinek tişt hene divê mirov ji bêgaviya xwe ya hundirîn bifilite û binivîse. Wekî nimûne salvegara mirina rêhevalekî wêjeyê, ya rewşenbîreke jiyanê...
Mehmed Uzun yek ji wan kesan e.
Di van rojan de li her der û deverê ku kurdî tê minaqeşekirin romanûsiya Mehmed Uzunî mijara sereke ya wêjeya kurdî ye. Û îro salvegera koça wî ya dawî ye. Di rojnameyên Taraf û Radikalê de, di rojname û malperên kurdan de her kes behsa bîranên xwe yên bi Mehmed Uzunî re dike. Her ku ez nivîsek di der heqê wî de dixwînim bîranîna min a pê re jîndar dibe, tê ber çavên min.
17 reşemî 2007
Rojekê beriya hivdehê reşemiyê bû. Baranê nema di ewran de debar dikir. Şibaka otobosê mîna berçavka min deqo deqo bû. Mîna Yilmaz Erdoganî serê min jî di ewlehiya şibakê de ji Enqerê ber bi Stenbolê ve diçûm. Dema ez gihîştim Otogara Esenlerê dîmenek ji studyoyên Hollywoodê li ber min raxistî bû. Te digot qey atolyeya fîlmên xofî ye. Werhasil, piştî çûna malê, raketin, şiyarbûn û birêveçûneke dirêj a di trafîka Stenbolê de gihîştim Zanîngeha Bilgeyê. Mijar Mehmed Uzun bû. Hemû entellektuelên kurd li wir bûn. Ji derveyê Tirkiye-ji welatê ewropî, ji welatên sar ên bakur- gelek kes beşdar bûbûn; Eugene Shoulgin, Thorvald Stehen (Norweçî), Maria Modig, Jonas Modig, Bjorn Linnell, Per Erik Ljung (Swedî), Azar Mahlojian (Îranî). Dîsa gelek kesên navdar ên mîna Yaşar Kemal, Tarik Ziya Ekinci, Firat Cewerî, Selîm Temo, Şêxmus Diken, -ên di bîra min de mane- li wir amade bûn.
Runiştina yekemîn bi axaftina Prof.Dr. Jale Parlayê:
“Çîroka Thomas Mann ya bi navê Mario û Efsûnbazê destnîşan kir ku serweriyên siyasî ya ku dixwaze desthilatdariya xwe li ser zimanê deyne dê ne sermedî be. Di wir de efsûnbaz -nûnerê Mussolîniyî- dixwaze zimanê xortekî ku li dijî wî ye biqefêle. Ew jî bi hipnozkirinê...Lê di dawiyê de hipnoz bi teqîna çekê xera dibe..” dest pê kir.
Di pêvajoya axaftinan de bala min her tim li ser M. Uzunî bû. Min helwest û tevgerên wî dişopandin. Guhê min li deng, çavên min li ser wî bûn. Dûre yek bi yek gotarvanên amade axivîn. Zimanê M.Uzunî, romanên kurdî, nivîsandina kurdî û qedexebûna wî nîqaş kirin. Min jî yek bi yek notên kurt di lênûsa xwe de bi cih dikirin.
Eugene Shoulgin
“M.Uzunî, bi zimanekî qedexe, bi zimanekî ku xelkê wî jî jê fêm nedikir wêjeya xwe afirand.”
A.Omer Turkeş
“Naqîre, çêran nake, sloganan navêje lê melisînek an jî şermezarbûnek tune ye. Hawareke dilsotîn ya wî û gelekî di nava wêjeyê de bilind dibe. Tevî hemû bengîniyê-bengîniya azwerî ya li êşên gelî, ya li serhildanê, ya li azadiyê- di romanên Uzunî de zimanê hezkirinê, biratiyê û aştiyê diteyise, ne yê hêrs û kînê.”
Azar Mahlojian
“Tiştên qedexe her tim balkêş e. Bi serhildanê ve teşwîq dike. Mînak li Îranê piştî ku eraq hate qedexekirin yên ku venedixwarin jî dest bi vexwarina eraqê kirin.”
***
Dîsa di navbera her du rûniştinê de min pirtûka Hawara Dicleyê ji nava çenteya xwe ya reş û hinek qetiya derxist li ber M.Uzunî raxist da ku îmze bike. Min ji ku zanibû ku wê îmzeya wî ya dawî be di refên pirtukxaneya min de.
Di rûniştina duyemîn de Maria Modig moderator bû. Axaftina pêşî ew kir. Min jî wêneyek û hevokek jê deyn kir; “Duh em hemû ermenî bûn, îro em hemû kurd in.”
Di vê runiştinê de Selîm Temo, Şêxmus Dîken, Muhsin Kizilkaya (Ji bo Kizilkayayî di bîra min de bîraninekek şîrîn maye. Dema min ew di navbera rûniştina yekemîn û duyemîn de dît digot “wergervaniya min bizaveke gerîlatiyê ye” û qerfê xwe bixwe dikir, dibişirî: “gerîlayê zikberdayî”) axafîn.
Divê ji bo heqdayinê mirov tiştina bêje. Dibe ku gelek kêmasiyên M.Uzunî hebe -jixwe heye jî-. Ji van tiştan re nirxandinên wêjeyî divê. Lê ez bawerim M.Uzunî di danasîna wêjeya kurdî de riyeke baş vekir ku gelek dost û hevalaên wî li ser wêjeyê kurdî xebitîn û dengê zimanê kurdî di wêjeyê dinyayê de bi cih kirin.
Û ji bo axaftina herî hestiyar xorteke porsipî, rûsipiyeke dilkîvroşkî, bi gavine lerzok û bixwe bawer, hat ser dikê. Her kes rabû ser piyan. Apoletên wî bi çepikan xemlandin. Berçavkên xwe da çavên xwe, bi destê xwe yê zîz rûpeleke sipî vekir. Bi kotekî li ser piyan dima, mîna sî, sî û pênçsal ber wekî ku li hemberî dadgehên Tirkiyeyê be dest bi axaftina xwe kir. Min jî wekî xwendekar li lênûska xwe ew axaftin dinivîsand lê min nekarî ji bilî hevokek binivîsim, destê min tevizîn, çavên min hêsîr welîdandin, min dev jê berda.Û vaye ev peyvbûn ku ez bi jan xistim; “Hêwanên ku ez hînî wan bûm hêwanên dadgeha ye, ev cara yekemîn e ku di hêwanekê de nivîskariya min tê niqaşkirin.”
Piştî qedandina axaftina wî hemû kesên li wir dîsa rabûn ser piyan bêyî zanibin ew konferans û çûna ser dikê rêwîtiya wî ya dawî bû. Lê li ser navê min tiştê herî xerab ew bû ku min ê carekî din di dêmên wî de nekarîbûya “kûlîlkên hinaran” bidîta.
Dilê şad be looooooooooooooooooooooo.
* Diya Ciwan,Bênder,rup.43,Avesta
***
Nivîsên Ferzan Şêr ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Sêdarên şermoke, giyotinên ko