Ferzan Şêr
Meryem!*
Ne dayika Meryem,
Meryema keça Afgan…
Dema min di romana Xalid* de
Navê te bihîst û li lalqedera te guhdarî kir,
Te di bîrewariya min de mîna xewnekê cih girt.
Tu xewneke gorbihûştî…
1
Dema min bi pelîna destê xwe ew rûpel qulibandin,
Te xwe ji rêzikan dûr kir.
Ber bi dilê min ve,
Bi dengê bayekî zirav,
Te xwe li zinarên guhê min da.
“min ji vê zindanê rizgar bike.”
Pê re,
Ez bûm zarê te yê şêrîn,
Min qedera te ji lalbûnê filitand.
2
Hatina te ya vê dinyayê,
Û jana dayika te ya di tenêtiya çar dîwaran de,
Straneke xemgîn bû.
Nave stranê jî heramî bû.
Yanî pîç…
Bavê te bêyî destûra Xwedê,
Destmêja xwe di zika diya te de betal kiribû.
Tu ji hezkirineke qedexe,
Ji spermên ko bi rih û can bûyî.
Hatina te qedexe…
Jiyana te qedexe…
Dê çarenûsa te jî li te bibe qedexe.
Divê te berdêla heramiyê bidaya Xwedê.
3
Çarenûsa te ya herimî,
Bi xwekuştina diya te dest pê kir.
Te ji daran,
Ji fêkiyên wan, ji pêlên wan hez dikir
Lê te ji ku zanibû ku rojek dê diya te jî bibe yek ji wan.
Dema te serê xwe ji şibakê dirêjî baxçeyê kir;
Palgeha dêmên te yê sermedî,
Kaniya şîrê te yê zelal,
Tevî xewnên te yê qeydkirî,
Di xelekmirinekî riziyayî de,
Hatibû daliqandin.
4
Hêj gupegup bil dilê te neketibû,
çavên te di çavên evînê de nedilerizîn.
Panzdeh saliya te,
Çiçikên te yên nûgihîştî,
Û keçîniya te,
Diyarî keftorekî kirin.
Te,
Masiyên ku li çemê bendî girtina te bûn,
Darê ku li bendî avdana te bû,
Çîrokên ku li hêviya guhdana te bûn,
bi darekî mêrkuj daliqandî hişt.
Bêyî xatirxwestina wan tu çûyî.
5
Ew şev,
Bibokên te ji taristanê mezin dibûn.
Dengê repe repa mêrikê dema li pêpelokê ket,
Guriya dilê te li ezmanan xist.
Dûre derî bi xirexir a xwe vebû.
Ronahiyeke nîvçilmisî kete hindir.
Du çavên beloq,
Dîranên zengarî,
Û bêhna gemarî jî pê re…
Pozê te dikir biverêşe.
Mina wawikekî keysfile nêzikê nêçira xwe bû,
Kete paşila te
Kurtekêliyeke din erdhêjekê bi laşê te ket
Tu wekî mirîşkên serjêkirî li ser nivînan,
Du dilop hêvî jî li ser çarşevê diperpitîn.
Dema hêviyên te li erdê perpitîn,
Xwîn ji çavê min avêt,
Min doza namûsê kir
Min demançe da destê xwe,
Du derb di eniya kitêbê de rakir.
Min heyfa tu hêviyan li erdê nehişt.
6
Te zarok divên,
Pişt çend mehan xwîn diherikî ji nav ranên te.
Di serî de mêrê te keçeke nûgihîştî anî li ser te.
We di nav demekê dirêj de ji hev hez kir.
Hûn her du jî bi jiyaneke riziyayî re hatibûn hewîkirin.
Jê re zarok çê bûn,
Te wekî zarokên xwe ji wan nûzayan hez kir.
We çarenûseke hevbeş wekî nanekî parve dikir.
Dûre wekî sîstema Afganistanê jiyana te jî bi têkçûnê ve çû.
Jiyan çi qas navê te xweş bû.
Lê mirin ji jiyaneke riziyayî paqijtir bû.
Te ji ku zani bû ku,
Rojekê tu yê bêrekî ko di eniya mêrê xwe de rakî,
Û derengmayîna melkemotê safî bikî.
Tu yê azadiya keçik û zarokên wê bidî wan,
Bi berdêlê dardekirina xwe.
Te ji ku zanibû ku;
Tu yê wekî diya xwe di xelekmirinekî de koça xwe ya dawî bikî.
Dema diya te çû ser dilovaniya xwe tu kes tune bû li cem wî,
Niha bi hezaran kes, li stadekî,
bi çepika te dişandin dilovaniya te.
(Gavek.
Didu,
Kursiya bin te hate kişandin,
Te çavên xwe girt,
Ew rojên pêncşeman di bîreweriya de vejiya,
Yên ku tu û bavê xwe diçûn masîgirtinê….)
*Xalid Huseynî, nivîskarê afganî yê navdar. Xwediyê kitêba “Hezar tavên bimires”.
*Meryem lehenga di romanê de…
29.08.2008, Stenbol
***
Nivîsên Ferzan Şêr ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Di nivîseke derengmayî de bîranîneke windayî
- Sêdarên şermoke, giyotinên ko
- Silav Welatyar