Amed
Êvarê bêyî agahî bidin rêveberên komeleyê polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtiye û dest daniye ser 150 pirtûk û hezar û 500 heb rojnameyan.
Navenda Komeleya Wêjekarên Kurd li Peyasa Amedê ye. Duh êvarê polîsan bi ser komeleyê de girtiye. Hevserokê Komeleyê Rêdûr Dîjle ji bo MA'yê wisa gotiye, "Ji ber tadîlatê komele bi roj girtîbû, bi şev bêyî gazî me bikin bi ser komeleyê de girtine; vê demê gazî muxtarê Taxa Firatê kirine û ew bi xwe re birine. Em wekî rêveberî nizanin çima bi ser komeleyê de girtine. Li gor agahiyên me bi dest xistin di destê polîsan de şemaya rêveberî û navên rêveberan hebûye. Di bin şemayê de jinek temen dor 30-35 salî hebûye. Gotine lêpirsîn der barê vê de bûye."
Dîjle gotiye bi taybetî beşa pirtûkxaneyê dane hev, dor 150 pirtûk û hezar û 500 rojnameyî birine.


