Diyarname
Di bombekirina mîtînga HDP'ê de gelek kes birîndar bûbûn. Ji birîndaran Ciwan Arslan îro wefat kir.
5'ê vê mehê kes, an kesan bombe di mîtînga HDP'ê ya Amedê de bi cih kiribû û teqandibû. Di bûyerê de bi sedan kes birîndar bûbûn. Ji birîndaran Şeyhmus Kaçan (34 salî), Necati Kurul (47 salî) û Ramazan Yildiz (16 salî) wefat kiribûn. Ji birindaran Ciwan Arslan ku birîna wî giran bû îro li Nexweşxaneya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê wefat kir.


