Diyarname
Stêrka televîzyonê Kim Kardashian ku bi eslê xwe ermen e îro ligel mêrê xwe Kanye West û keça xwe North çû Ermenistanê. Kardashian dê di belgefîlmekî li ser "Komkujiyan Ermenan" de cih bigire.
Tê gotin ku Kardashian dê here bajarê Gumru ku hin xizmên wê lê ne. Kardashian dê 8 rojan li Ermenistanê bimîne û her rojê wê dê bigirin kamerayê, paşê ev dîmen dê di bernameya wê "Keeping Up Wiht Kardashian" de bên weşandin.
Organîzekarên gerê ji bo AFP'ê axivîn û gotin ku Kardashian ji bo bibîranîna qurbanên komkujiyê çûye Ermenistanê.