Cemil Oguz / AMED
Ji aliyê şaredariyê ve lidarxistina fûarê ji ku derket? Em ji wir dest pê bikin: Tu nekî, ezê bikim.
Vane notên min ên ji fûara Amedê:
- 5 salan TUYAP'ê li Amedê fûara pirtûkan li dar xist. Li gor gotina "ji ber ku pere kar nedikir" îsal fûar lidar nexistin û gotin ku dê du salan carekê li dar bixin. Li hemberî vê yekê Komeleya Nivîskarên Kurd, weşanxaneyên kurdan û Şaredariya Bajarê Mezin kete nava tevgerê. Di encamê de fûar li dar ket û careke din nîşan dan ku kurd nebêalternatîf in. Amadekar malavahiyê heq dikin.
Cih li navenda bajêr bû
- Wekî cih Sumerpark hatibû hilbijartin ku ev der li navenda bajêr e, bi peyatî her kes dikare here. Tercihek baş bû. Yên ku ji bo gerê dihatin li nav parkê digeriyan jî dihatin li pirtûkan dinêrin.
- Berevajî TUYAP'ê ku ji bo standan pere ji weşanxaneyan digirt, Şaredarî stand bêpere pêşkêşî weşanxaneyan kir; ev yek barê weşanxaneyan sivik kir.
- Avahiya Şaredarî li Sumerparkê heye, li ber avahiyê konek mezin danîn û li nav daran, di bin wê konê de stand vekirin. Salek din dê çiqas bikaribin vê konê mezintir bikin nizanim lê pêdivî pê heye weşanxaneyên tirk ên mezin jî bêne vexwendin û ger mimkûn be careke din TUYAP neyê Amedê.
Her wiha îsal salona duyem wekî salonek sêwî ma. Çareserî ji bo vê jî divê.
- Li ber deriyê fûarê dengê standa hilbijartinê ya HDP'ê pêşwazî li mêvanan dikir. Her wisa standa jinan, standa xwarinan...
Dengê kurdî bilind dibû
- Ji fûarên TUYAP'ê cudatir mirov dikare bibêje li salonê ne tirkî, kurdî serdest bû.
- Hema li standa her weşanxaneyê nivîskarek, an hin nivîskarên kurd pirtûkên xwe îmze dikin.
- Anonsa îmzekirina pirtûkan a navên nivîskaran û anonsa panelan her bi kurmancî û kirmanckî (zazakî) dihat kirin; kêm caran bi tirkî dihat kirin.
Pêşniyarek ji bo panelan
- Her roj gelek panel û gotûbêj hebûn. Ji bilî hinên kesên navdar bi giştî eleqeya temaşevanan ji bo panelan kêm bû. Hin kes wekî axifger heman rojî beşdarî du panelan dibûn. Bi ya min sala pêşiya me de gere pêşî li vê yekê bê girtin. Dîsa ger mimkûn be hejmara panelan bê kêmkirin dê baştir be.
Mêvanê/a rûmetê
- Ger çêbe salek din û êdî her sal nivîskarek kurd wekî mêvanê/a rûmetê bê hilbijartin û xelatkirin dê baş be.
Bandora Artukluyê
- Ji Zanîngeha Artûklûyê gelek xwendekar hatibûn. Ev yek tiştek erênî bû. Careke din pêdiviya perwerdehiya bi kurdî xwe nîşan da.
Ji bo salek din amadekar bikevin nav hewldanan, xwendekarên lîse û dibistanên seretayî zêdetir bikişînin nav fûarê dê baştir be.
- Eleqe ji bo nivîskarên populer hebû.
Avesta 20 salî ye
- Weşanxanayea Avesta di fûarê de 20 sailya xwe pîroz kir. Cihê şanaziyê ye ku weşanxaneyek kurd 20 salan li dû xwe dihêle.
Xelatên Zaza û Arî
Di çarçoveya fûarê de Xelata Pêşbaziya Çîrokan a Nûredîn Zaza (Komeleya Nivîskarên Kurd û Egîtîm Senê lidar xistibû) û Xelata Helbestan a Arjen Arî (Şaredariya Bajarê Mezin, Komeleya Nivîskarên Kurd, Evrensel Basim Yayin, Weşanên Lîs û Ronahî organîze kiribû) hatin dayîn.
Çalakiyên çandî
- Di çarçoveya fûarê de hin çalakiyê çandî jî hebûn. Agahiya li ser van çalakiyan nîn bû. Belê afîşeke "çalakiya çandî" li konê daliqandibûn lê di broşura ku amade kiribû de agahiya van çalakiyan nîn bû. Dîsa jî çalakî baş derbas bûn. Bi taybetî konsera Lawje gelek eleqe dît.
Weşanger kêfxweş bûn
- Di sohbeta rû bi rû ya bi weşangeran de kêfxweşiya wan a ji bo lidarxistina fûareke wisa xwe nîşan dida. Hema bêje her weşanxaneyî li gor xwe pirtûk firotin. Wisa dixuya ku herî zêde Nûbihar, Peywend û J&J gelek memnûn bûn.
Nebûna malpera fûarê
- Kêmasiya herî mezin jî nebûna malpera fûarê bû. Loma jî heta kesek nedihat nav fûarê hay ji panelan (ka îro çi heye) û hay ji çalakiyên çandî nîn bû.
- Salek din dikare ne pênc roj, bibe 9 roj (ji şemiyê destpêbike heta yekşemek din) dê baştir be. Ji ber ku dawiya hefteyan muhîm in.
- Dîsa salek din bername ne 5 roj berî vekirinê, bi 2 hefteyan, ger mimkûn be berî bi mehekê bê eşkere kirin dê baştir be; mêvan jî dê li gor vê bernameya xwe saz bikin.
**
Nûçeyên eleqedar:
- Rola malperên kurdî hat nîqaşkirin
- Ji Beşîkçî mînaka Bangladeş û Pakistanê
- 'Ti embar nêgîrê de tuyê çi borê?'
- Ji Fûara Pirtûkan a Amedê notên rojekê
- Rola malperên kurdan ji bo pirtûk û ziman tê nîqaşkirin
- Fûarey Kitaban a Amedî dest pêkena