logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

‘Serkêş’a Cihan Roj

"Romana Kurdî“ jî êdî rengîn dibe. Ji mijareyên jiyana gund bigire ta jiyana bûrjûva ya bajaran, ji jiyana welêt bigire

  • Dîrok: 03/02/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

"Romana Kurdî“ jî êdî rengîn dibe. Ji mijareyên jiyana gund bigire ta jiyana bûrjûva ya bajaran, ji jiyana welêt bigire ta Ewropê, ji Tekoşîna Rizgariya Netewî bigire ta jiyana zevengê (erotik) berfireh dibe. Lê mixabin ku hê xwinêrên Romana Kurdî negihîştiye wê pîleya tê payîn.

Cihan Roj yek ji wan nivîskaran e ku bê westan bi fedekarî dinivîse. Wî hem di romana xwe ya "Perde“ de hem jî di romana xwe ya "Serkêş“ de kurdên ji gund qetyayî û di metropolan de derfetên di nava refên burjûvaziya dewlemend de cihgirtine, wek mijar hilbijartiye. Ew li aliyekê jiyana wan a parçebûyî, li aliyê din guman û tevliheviya derûniya wan li ber çavan radixîne. 

Mijara romana Serkêş:

"Îkram beg xwendiye, bûye parêzerekî serkeftî, di nava dad û burjuvaziya Îzmîrê de cihekî giring girtiye. Keça wî Suna nû bûye parêzer. Têkiliyên Îkram û hevjîna wî gelek sar û di navbera têgîhîştina gundî û bûrjuvaziyê de ye. Wan pirsgirêkên xwe yên derûnî her di xwe de fetistandine, nexebitîne ku çareser bikin, lê bandora wê li keça wan Sunayê jî dibe. Suna dixebite ku rastiya nakokiyên bav û diya xwe lêbikole. Dema ji gera xwe ya yekemîn ya li welêt vedigere, dibîne ku bav û diya wî bi kêran hatine qetilkirin. Vê carê jî li pey kujêrên bav û diya xwe dikeve. Kujêr hevalekê xebatkarên wan Filît e. Lê fermandêrê vê kujeriyê di dawiya romanê de xuya dibe.“

Çend gotinan li ser romana 

"Serkêş“: 

Karektera sereke çîrokbêjê romanê ye û di forma "ez" yanê kesayetiya yekem de romanê vedibêje, ev awayê vegotinê bi devê Serdar jî tê domandin. 

Nivîskar di vekirina derûniya karekteran de gelek hewldaye, di vî warî de hetanî radeyekê serkeftî ye. Nivîskar zimaneke rojane bikaraniye. Devok bi giranî ya devera Gimgimê ye, ev di axaftina hemû karekter û fîgûran de derdikeve pêş. 

Divê di romanan de şirove û axaftinên kesên xwende bi zimanê sade û standart bin, tenê yê karekterên ji rêzê dikane herêmî bin. Gelek caran ev li ber çav nehatiye girtin.

Li gel van tiştên teknîkî jî roman di warê ziman, herikbarî û derûnasî de gelek serkeftî ye û mirov dikane heta dawiyê bi kelecan bixwîne. Bi taybet jî derûniya kesên di navbera jiyana bûrjivazî û gundîtiyê de tên û diçin, baş veristiye.

Çend hevokên balkêş ji romanê: "... ji bo çi keşîfkirin, insan ê çi keşîf bikin? Tirsê an serkeftinê? (rû;16)“

"...ew ditirsiya, lewra jina ku di halê diya min de dev ji mêrê xwe berdida, bêtir bi jiyaneke xedartir re rûbirû dima. (rû; 27)“

"Ji bo hevalên min eşq weke kincekî bû, piştî lixwekirinê jê aciz dibûn, ew kinc diguherîn. (Rû; 33“

"...lixwekirinê xwe serbest bûn, tu car serbestiya rih bi dest nexistibûn. (Rû; 42“

"... hişê însên di teslîmbûnê de dişibiya çerxeke bi jeng. (Rû; 75“

"-jiyan dişibe kêrê, rihê însên parçe dike. (Rû; 107“

"bi xweziya ruhê min di xewê de bi bask be, min serî avêt xewê. (Rû; 120“

"- Rihê însên bahr e, dikare her germahiyê vehewîne. Rû; 134“

Kurte jiyana niviskar:

Cihan Roj 1965an de li gundê navçeya Gimgimê Înaqan tê dinê. Niha li Îzmîrê bi cih bûye.

Berhemên wî ev in:

- Ratîka (helbest), Weşanên Sî, 2002 – Stenbol

- Meyman, (Çîrok), Weşanên Lîs, 2006 – Amed

- Deriyê Çîrokê (Çîrok), Weşanên Do, 2008 – Stenbol

- Aqil Diçe Sewda Dimîne, (Helbest), Weşanên Do, 2008 – Stenbol

- Gîtara Bê Têl, (Roman), Weşanên Do, 2009– Stenbol

- Meşa Moriyan, (Roman), Weşanên Evrensel, 2011 – Stenbol

- Perde, (Roman), Weşanên Na, 2012 – Îzmîr

- Sehne, (Çîrok), Weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd, 2013 – Duhok

- Ji nû ve Gîtara Bê Têl, (Roman), Weşanên J&J, 2014 – Amed

- Serkêş, (Roman), Weşanên J&J, 2014 – Amed

- Hurcahil (Roman), Weşanên J&J, 2015 – Amed 

- Reş(Roman), Weşanen J&J ,2015, Amed

Nasnameya Romanê:

Niviskar: Cihan Roj

Navê berhemê: Serkêş

ISBN: 978-605-4852-24-6

Weşan : J&J

 

balani51@gmxl.de

03.02.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

 

**

*Nûçeya Eleqedar:
- Ji Cîhan Roj romaneke serketî: 'Serkêş'

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

ÎRO: Notên ji Newrozan

ad

Li Geverê hejmara miriyan zêde dibe

ad

Festîvala Duhokê bi xelatdayîna fîlman bi dawî bû

ad

Li NÇM'a Îzmîrê çalakiyên adarê

ad

TTB'ê ji bo birîndarên li Cizîrê banga lezgîn kir

ad

Navek bêguneh û gunehekî mezin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname