Diyarname
Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdil careke din nabe berendam, şaredarê berê Demirbaş dîsa dixwaze bibe şaredar.
Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdil da zanîn ku di hilbijartina şaredariyan a 2009'an de dê careke din nebe berendam. Abdil da zanîn ku DTP dê li Dêrsimê teqez bi ser bikeve lê nebûna berendamtiyê bi temamî biryara wê ya şexsî ye.
Songul Erol Abdil li Tirkiyeyê û bajarên kurdan tekane şaredara bajarekê ya jin bû.
Demîrbaş dîsa tê
Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş ku ji ber xebata "Pirzimaniyê" ew û meclisa şaredariyê ji peywirê hatibû girtin niha xwe amade dike ku dîsa bibe berendamê Sûra Amedê.
Tê gotin ku berendamtiya Demirbaş teqez bûye.
Demirbaş gotaneke bi sernavê "Di Çarçoveya Şaredariya Pirzimanî de Rêveberiyên Herêmî" pêşkêşî Forûma Civakî ya Ewropayê kiribû, bi vê yekê re di nav xebatên şaredariyê de pirzimanî bikar anîbû ji ber vê yekê jî ji peywiranê hatibû girtin. Ji wê rojê de ji cîgirî waliyê Amedê Ahmet Aydin şaredartiya Sûrê dikir.