Diyarname
Derhênera navdar Yeşîm Ustaoglu bû endama juriyê ya Festîvala Fîlman a Selanîkê.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Selanîkê di navbera 14-23’yê mehê li dar e. Di bin serokatiya nivîskarê kanadî Michael Ondaatje endamên juriyê ya festîvalê ji van kesan pêk tê: Ji Amerikayê senarîst Diablo Cody, ji Arjantînê sazkar Lisa Stantic, ji Belçîkayê lîstikvan Emile Dequenne, ji Îngilistanê rexnegir David Robinson, ji Yewnanistanê bestekar Dionisis Savopoulos û ji Tirkiyeyê derhêner Yeşim Ustaoglu. Jurî dê di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de biryarê belavkirina xelatên Îskenderê Zêrîn û Zîvîn bide.
Derhêner Ustaoglu li Tirkiyeyê bi fîlmên xwe yên ku li ser civakê dikişîne tê nasîn. Heta niha wê fîlmên wekî “Guneşe Yolculuk”, “Îz”, “Bulutlari Beklerken” pêşkêşî temaşevanan kir û niha jî fîlmê “Pandora’nin Kutusu” (Qutiya Pandorayê) kişandiye. Fîlmê ku li Tirkiyeyê hê neketiye vîzyonê di 56’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya San Sebastianê de xelata Îstîrîdyeya Zêrîn girtibû.
Fîlmê Ustaoglu dê di festîvalê de jî bê nîşandayîn.


