London
Kurdekî ji başûr ê bi navê Serbaz Alî Berzencî bû Cîgirê Şaredarê Lambeth a Londonê. Berzencî got, “Li welatê ez dijîm bêyî paşeroja xwe ji bîr bikim, ev peywir bo min rûmet e. Ji ber bi kincên neteweyî min sond xwar ez dilşad im. Tiştên hûn li bendê ne û hêviyên we heta ji destê min bê ezê bînim cih.”
Serbaz Alî Berzencî ji navçeya Hecî Ava ye. Wî ji ser hesabê xwe yê facebookê re peywira ku nû girtiye eşker kir. Ev 20 sal in ew li Îngilistanê dijî. Serbaz Alî Berzencî berî vê peywirê li ser navê Partiya Karkeran a Îngilistanê endamtiya Meclisa Walîtiya Londonê kiribû. Ew niha ji bo sala 2022-23'yan hati hilbijartin.
Wekî tê zanîn di hilbijartina şaredariyan a ku serê vê mehê lidar ket de ji bo Lambethê kurdekî ji Elbistakê Îbrahîm Doguş wekî şaredar hatibû hilbijartin. Doguş di sala 2019'an de jî hatibû hilbijartin, bû du caran dibe şaredarê wir. Û niha Berzencî jî wekî cîgirê wî hat peywirdarkirin.


