Diyarname
Îro roja îdamkirina Şêx Seîd û hevalên Wî ye. Ji bo vê yekê Komeleya Şex Seîd û Hevalên, HDP'yî û hin kesên din li Deriyê Çiyê ya Amedê hatin ba hev û ew bibîr anîn.
Serokê Komeleyê Mehmet Kasim Firat, Mebûsê HDP'ê Îmam Taşçier, reveberên HDP'Ya Amedê, Cîgirê Serokê PÎA'yê Ahmet Kaya û hin kesên din beşdarî bîranînê bûn.
Serokê Komeleyê Firat di axaftina xwe de got ku rêya wan rê ya me ye, Mebûsê HDP'ê Taşçier jî got ku heta armanca wan pêk bê ewê bixebitin.
HDP: Bila cihê gora wan bê eşkere kirin
Mebûsa HDP'ê Ayşe Surucu nameya daxwaza lêpirsî da Meclisa Tirkiyeyê û xwest cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî bê eşkere kirin.
DBP'ê jî bi daxuyaniyeke ew bibîr anîn û got ku piştî 96 salan niha jî dixwazin bi ser kurdan de komkujiyan pêk bînin.