Diyarname
Parlemena Ewropayê (PE) di 13'ê vê mehê konferanseke bi navê "Dêrsim 38 û piştî wê" li dar dixe.
Di bin mazûvaniya koma Çep a PE'yê de bi hevkariya Komeleya ji Nû ve Avakirina Dêrsimê û Federasyona Elewiyên Demokratîk di 13'ê vê mehê de konferansa Dêrsim 38 û piştî wê" li dar dikeve. Ji roja pêkhatina konferansê hatiye eşkerekirin ve Tirkiye dixwaze ku ev konferans bê betalkirin. Hate gotin ku di asta herî jor de daxwaza betalkirina konferansê hatiye kirin û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ali Babacan ji Berdevkê Demê yê Yekîtiya Ewropayê û Serokê Fransayê Sarkozy xwestiye ku ew konferansê betal bike.
Di konferansê de Mebûsa Parlemena Ewropayê endama Koma Çep Feleknas Uca, Ji Zanîngeha Bremenê Prof. Dr. Ronald Munch, Serokê Federasyona Ermeniyan a ji bo Edalet û Demokrasiyê Hilda Çobayan, nivîskar Haydar Işik, endamê Komîsyona Hemwelatiyê yê Tirkiye YE'yê, mebûsê DTP'ê yê Dêrsimê Şerafettin Halis, mebûsa DTP'ê ya Amedê Aysel Tugluk, Şaredara Dêrsimê Songul Erol Abdil, dîrokzan û nivîskar Ayşe Hur dê teblîgnameyên xwe pêşkêş bikin.
Axaftina vekirinê ya konferansê dê nivîskar Haydar Işik û siyasetmedarekî ewropî yê navdar ku navê wî niha nayê eşkerekirin bidin. Axaftina dawîlêanîna konferansê jî dê mebûsa DTP'ê ya Amedê Aysel Tuğluk bike.