Diyarname
Li Tirkiyeyê kanaleke nû bi kurdî dest bi weşanê kir: Dunya Tv. Dunya Tv piştî TRT 6'ê yê dewletê, wekî kanaleke taybet duh dest bi weşana xwe ya bi kurdî kir.
Dunya Tv aîdê Koma Weşanê ya Samanyolu Tv ye ku ew kom yê Cemaeta Fethullah Gulen e.
Dunya TV ev nêzî salekê ye ku amadehiya xwe didomîne ku gelek rêzefîlmên de Samanyolu Tv de hatine weşandin dublaja wan a bi kurdî dike.
Di Samanyolu de gelek rêzefîlmên dijî kurdan jî hebûn.Ewê jî wê bêne weşandin an na hê ne diyar e, lê tiştê ku tê gotin Dunya TV wê li ser xeta ola ku Cemaeta Gulen li ser e weşanê bike.


