Diyarname
Fîlmê Christoph Walder ê li ser Heskîfê "Û dinya bigrin bin desthilatdariya xwe" (Und macht euch die Erde untertan) li bajarên mezîn ên Almanyayê tê nîşandayîn.
Fîlm li ser projeya Bendava Ilisuyê hatiyê kişandin û xetereya li ser mirov û bedewiyên çandî û siruştî yên bi nav û deng ên Mezopotamya agahdarî dide.
Fîlm heta niha li Viyana, Innsbruck, Graz, Linz, Zurih û hin bajarên din hatiye nîşandayîn.
Her cara ku li fîlm hatiye temaşekirin gelek bala temaşevanan kişandine û bi eleqeyeke mezin re rû bi rû maye. Ji ber vê eleqeyê niha li hin bajarên Almanyayê dê fîlm dîsa bê nîşandayîn. Bernameya nîşanayîna fîlma a li bajaran bi vî rengî ye:
- Koln: 03.09.08, 20.00 h, Filmforum NRW e.V. im Museum Ludwig, Bischofsgartenstr. 1 (Tel. 0221-22124498),
- Berlîn: 04.09.08, 19.30 h, Babylon, Rosa-Luxemburg-Str. 30 (Tel. 030-2425969) Mêvan: Endamê Parlamentoya Ewropayê Cem Ozdemir.
- Hamburg: 18.09.08, 19.30 h, Abaton-Kino, Allendeplatz 3 (Tel. 040-41320330)
- Bremen: 19.09.08, 20.30 h, Kino 46, Waller Heerstraşe 46 (Tel:0421-3876731)
- Munchen: 08.10.08, 20.00 h, Atelier Filmtheater, Sonnenstr. 12 (089-591918)
Di dawiya nîşandayîna fîlm de bi xebatkarên fîlm re dê gotûbêjeke pêk bê.
Her wiha fîlm wekî DVD jî tê firotin. Ji bo kesên bixwazin, DVD (heqê posteyê jî tê de) bi 10 Euroyî tê girotin. Kesên bixwazin fîlm bi dest bixin dikarin bi rêya vê mailê bi dest bixin: eca-watch-austria@gmx.at
Lînka fîlm a di youtube de jî ev e:
http://www.youtube.com/watch?v=-gKAbWOAk_Q