Diyarname
Hevserokên DTP'ê Ahmet Turk û Emine Ayan ji Serokê DYA'yê Obama re peyameke pîrozbahiyê şandin.
Turk û Ayna di peyama xwe de dan zanîn ku ew ji dil wî pîroz dikin û hêvî dikin ku peyamên Obama yên li ser aştî û azadiyê bibin destpêka serdemeke nû.
Di peyamê de hate gotin ku DTP dixwaze bi piştgiriya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi awayekî aştiyane û demokratîk bêne çareserkirin.
Hevserokên DTP'ê wisa gotin: "Pirsîrêka kurd ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê digire nava xwe di warê îstîkrara Rojhilata Navîn de xwedî roleke sereke ye. Partiya me ji bo çareseriyên demokratîk li Rojhilata Navîn derkeve holê bi awayekî jidil dê perspektîf û şarezabûna xwe bi we re par ve bike."