AMED (DÎHA)
Polîsên ku bi ser buroya navendî ya rojnameya Azadiya Welat de girtin lêgerîn pêk anîn. Di lêgerîna ku nêzî 4 saetan dom kir de 27 xebatkarên rojnameyê hatin binçavkirin. Rojnameger bi awayekî kelepçekirî ji avahiyê hatin derxistin. Dema rojnameger ji avahiyê hatin derxistin dirûşmên "Çapemeniya Azad nikare bê bêdengkirin" berz kirin.
Rojnamegerên ku hatin binçavkirin ev in:
Yasemîn Sayin
Hayat Yilmaz
Ahmet Kizilay
Arap Turan
Berxwedan Tulpar
Surreya Dal
Zeynep Îzgî
Îbrahîm Bayram
Engîn Ozelçî
Ahmet Boltan
Ceylan Îpek
Mehmet Emîn Kaya
Ziyan Karahan
Veysî Altin
Ercan Yeltaş
Azîme Tarhan
Serdal Polat
Cengîz Aslan
Ferît Toprak
Mehmet Huseyîn Şahîn
Mehmet Aydin
Pusat Bulut
Mehmet Emîn Akgun
Di dema serdegirtinê de Vesîle Tulpar, Bahar Haram, Mecrum Tekol û Aydin Kaya yên li buroyê mêvan bûn jî hatin binçavkirin.
Di vê navberê de Hevserokê OGC'ê (Cemiyeta Rojnamegerên Azad) Hakki Boltan li ber navenda avahiyê daxuyanî da çapemeniyê û ev pêkanîn derveyî hiqûqî dîtin.
Boltan got ku dest danîne ser nasname û telofonên 28 hevalên wan û wisa: "Ev binpêkirina mafan e. Em vê serdegirtinê şermezar dikin. Her çendî li vir karê çend polîsan ê dem kurt hebe jî dîsa navnîşanê rojnamegeran diyar be jî bêhiqûqî hatiye tercîhkirin. Em vê yekê bi tu awayî napejirînin. Divê raya giştî û gel di vê aliyî de agahdar be."