Diyarname
Kovara du mehî W di vê hejmara xwe de li ser lawikê Xerzî nivîskar Mahmut Baksî sekiniye.
Nivîskar di sala 1944’an de li gundê Siphî ya Hezoya Batmanê tê dinê. Jiyana wî di nav têkoşîna siyasî û zehmetiyan de derbas dibe. Ji ber ku 15 sal cezaya hepsê lê tê birîn di destpêka salên 1970’yan de berê xwe dide Ewropayê û li Stockholmê bi cih dibe; heta dawiya jiyana xwe jî li wê derê dimîne, li dû xwe 23 pirtûk û gelek gotaran dihêle. Ji nav wan pirtûkên wî yên ku herî zêde têne zanîn “Mezra Botan” (1969), “Zarokên Îhsan” (1978), “Hêlîn” (1984), “Gundikê Dono” (1988), “Serhildana Mala Eliyê Ûnis”(2001, piştî mirina wî hat weşandin) e. Baksî di 19’ê berfanbara 2000’î de ji nava me bar kir. Kovara W di hejmara xwe ya 23’yan a sermawez-berfanbarê de dosyaya xwe li ser Baksî amade kiriye. Dosya ji aliyê Enîse Şîrîn Cager û Sahilê Kevirbirî ve bi sernavê “Ji kela Siphiyê heta Stockholmê axîneke ji kezebê: Lawikê Xerzî Mahmut Baksi” hatiye amadekirin. Di dosyayê de Azad ZAL, Yaqob Tilermenî, Helîm Yûsiv, Kakşar Oremar, Amed Çeko Jiyan û Serwet Denîz nivîsên nirxandinî, Gabar Çiyan jî digel nivîseke hevpeyvîna xwe ya ku bi Baksî re kiribû jî weşandiye.
Di nivîsan de Yaqob Tilermenî dibêje “Dema min ‘Gundikê Dono’ xwend min fêm kir ku ez li ber deriyeke nû me” û Helîm Yûsiv jî piştî ku qala Îbrahîm Ehmed, Rehîmê Qazî dike navê Baksî jî piştî wan bilêv dike.
Nivîskar Kakşar Oramar jî bibîr dixe ku Baksî di hemû jiyana xwe de ji bo rêxistin û partiyên kurdan nêzî hev bike dixebitiye, serokên partiyan jî ew baş nas dikir û hurmet nîşanî wî didan. Di dosyayê de Amed Çeko Jiyan jî ji bo Baksî wisa dibêje: “Baksî digel lehengê siyasî ew lehengê wêje û romana kurdî jî bû.”
Kovarê navê hemû berhemên Baksî yên bi kurdî û yên ji bo zimanên din hatine wergerandin jî bi rêz kirine.
Di nivîsên din ên kovarê de Feratê Dengizî li ser “Çima felsefe?”, Fewzî Bîlge jî li ser “Marcel Proust” nivîseke nivîsandiye. Nivîsa Yilmaz Guney a “Qedexe qet naqedin” hatiye wergerandin û gelek helbest jî hatine pêşkêş kirin.
Di kovarê de Omer DILSOZ, Dilawer ZERAQ, Selmet GULER, Dilxwaz Herdem, Evdile KOÇER, Şevger ÇIYA, Behlûl ZELAL, Şivan AR, Aram GERNAS, Bahadîn ROBAR, Kawa NEMIR, Arjen ARÎ, Selahattîn ÇAM, Îlhamî Ozer, Gulizer, Sîpan Xizan, Zozan BUDAK, Hîlmî AKYOL bi nivîs û helbestên xwe cih girtine.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.