Diyarname
Wêneyê kê di berga kovarê de be dê herî zêde ew kovar bê firotin? Pirs ev bû û encam ev derket:
Kovarên ku Angelina Jolie kiriye berga xwe herî zêde hatiye firotin. Par herî zêde jina Brad Pitt a berê Jennifer Aniston bûbû berga kîjan kovarê ew zêde hatibû firotin, îsal jina Brad Pitt a niha Angelina Jolie ew ji textê wê daxist.
Kovara Forbesê anketeke li dar xist. Di anketê de li vê digeriya 'Kî/ê berga kovarê bixemlîne kovar zêde tê firotin?' Li gor wê anketê bergên kovaran ku bi wêneyên Angelian Jolie xwe xemilandibûn herî zêde hatin firotin.
Rêza 'Rûyê bergê' yê herî dide firotin wisa çêbû:
1- Angelina Jolie, 2- Jennifer Aniston, 3- Heath Ledger, 4- Jamie Lynn Spears, 5- Nicole Richie