Diyarname
Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) hejmara serjimariya Tirkiyeyê eşkere kir. Di nav de hejmara bajarên kurdan wisa derket
TUÎK'ê îstatîstîkêr xwe yên li ser pergala "Encama Serjimariyê ya 2009'an" eşkere kir. Saziyê a li Gor Pergala Qeyda Serjimariyê ev hejmar eşkere kir. Li gor TUÎK'ê di dawiya sala 2009'an de serjimariya Tirkieyeyê derketiye 72 mîlyon, 561 hezar û 312 kesî. Di sala 2008'an de serjimarî 71 mîlyon, 517 hezar û 100 kes bû.
Li gor heman îstatîstîkê sejimariya 14 bajaran kêm bûye. Çankiri, Bîlecîk û Isparta di nav bajaran de bajarên ku herî zêde serjimariya wan zêde bûye ne, Dersim, Erdexan û Qers jî bajarên ku herî kêm serjimariya herî hindik zêde bûye ne.
Her wiha derket holê ku bajarê herî mezin Stenbol (12 mîlyon, 697 hezar û 164 kes) e. Dûre Enqere (4 mîlyon 650 hezar û 802 kes), Îzmîr (3 mîlyon 868 hezar û 308 kes) û paşê jî Bursa, Edene tên.
Û li ser heman îstatîstîkê hejmara serjimariya bajarên kurdan jî bi vî rengî çêbû:
Semsûr: 338.617
Agirî: 269.147
Çewlik: 138574
Bedlîs: 168.988
Amed: 1.079.160
Elezîz: 392.722
Erzîncan: 118.695
Erzerom: 491.038
Entab: 1.454.097
Culemêrg: 141.632
Qers: 126.127
Meletî: 468.310
Mereş: 605.531
Mûş: 139.332
Sêrt: 183.924
Dêrsim: 53.704
Wan: 527.525
Batman: 362.154
Şirnex: 271.436
Erdexan: 34.548
Îdir: 94.685


