Sîdar Jîr
J. P. Sartre dibêje: “Nivîskar ji bo ku bangê li azadiya xwendevanan bike dinivîse. Nivîsandin rakirina çarika li ser dinyayê ye.”
Em dikarin bi hêsanî ji bo wêjeyeke ku tu gotinekê jî der barê kêÅŸeyên civaka ku tê de dijî nakin, bibêjin ku êdî dewra wan boriye. Tu nivîskar nikare çavên xwe ji qewimînên li civaka ku tê de dijî re bigire. Nivîskar bi awayekî aÅŸkera yan jî veÅŸartî be jî bi ÅŸiklekî xwe didin der. Çi neteweyî, civakî, siyasî, olî, çandî û çi jî zayendî ferq nake, nivîskar neçar e ku xwe li civaka xwe bigire. Ji lew re, kan û maka ku pênûsa wî/ê jê têr û xwedî dibe ew e.
Wekî ku Elias Cannetti jî gotiye, tu çem bê qerax tune ye. Wêje jî domdar e, wekî çemekî ye. Di nav civakê re diherike. Wê demê em ê çawa bifikirin ku wêje ji qewimîn, hewldan û berxwedanên di nava civakê de pêk tên û gelek caran civakan ango çavkaniya nivîskêr serobinî hev dikin dûr dimîne? Berovajiya wê dûrmayînê, divê nivîskar di wî warî de kone be û tam jî di wê kêlîkê de bêhtir ji wê kanî û çavkaniyê vexwe. Ji ber ku encax hêza xurt a afrîner a wêjeyê dikare jiyana îroyîn, bûyer û qewimînên civakî ku dirûv didinê bigihîne nifÅŸên li pey xwe.
Di vê ragihandinê de, bêguman pevçûna di navbera çînan de gelekî bi tesîr e. Mînaka herî taybet jî roman e.
Roman di eslê xwe de, her çiqas berhemeke burjuwazî be jî, piÅŸtî pevçûneke hundirîn û di heman demê de ya bi çîna xwe re, wekî berhemeke berxwedanê û di serencama wê berxwedanê de dibe wekî ÅŸahîkaya serhildana tenêtiya burjuwaziyê ye. Encama çewisandina desthilatdariyê kiriye ku wekî bertek roman biafire.
Her wisa di sedsala 19’an de jî xwesteka azadiyê ya bi her awayî kiriye ku romanên wekî “Mirovên Hejar”, “Germinal”, “Madam Bovary” werin afirandin. Her wisa di sedsala piÅŸtî wan de jî nivîskaran dane ser heman rêçê û hemû serobinbûna parzemînan vegotine.
Bêguman ev serhildêriya wêjeyê bi van dest pê nake. Don Quijote ya Cervantes wekî destpêk bê xuyakirin jî Cervantes piÅŸta xwe dide Boccaccio û Rabelais.
Ji ber ku Don Quijote li hemberî hemû kiryarên desthilatdariyê yên dogmatîk û qedexeyan serhildaneke ku bi ‘dînîtî’ ye dide der e…
Bi taybetî jî piÅŸtî Don Quijote, divê baÅŸ bê fêmkirin ku wêje serhildanek e li hemberî otorîteyê. Ew desthilatdarî û otorîte çi nazîzm û faÅŸîzm û çi jî sosyalîzma reel a ku Stalîn ew pûç kiriye, qet ferq nake. Di encamê de hemûyan derb li civakê xistine û wêjekaran bi berhemên xwe, bi awayekî serî hildane li hemberî wan otorîteyan.
Di dîrokê de Helacê Mansûr, Ezop, Unomuno, Osman Sebrî, Erebê Åžemo, Nazim, gelek nivîskarên li welatên Amerîkaya Latîn ku di bin dagirkeriya Spanî û Portekîzan de û hwd. heta roja me mirov dikare li mînakan zêde bike.
Tê dîtin ku hemû beÅŸên civakê yên di bin hiÅŸkiya otorîteyê de ne û banga azadiyê dikin û dixwazin wê çarika ku J. P. Sartre qal dike ji ser dinyayê rakin, hemû berê xwe didin beÅŸeke hunerê û bi taybetî berê xwe didin wêjeyê. Bi taybet û xwezaya xwe ya serhildêr, di mercên heyî û yên borî de, bi giÅŸtî huner û bi taybetî jî wêje tim di navenda têkoÅŸîn û serhildanê de ye.
09.12.2013, Azadiya Welat
Nivîsên Sîdar Jîr ên ku berî vê di Diyarnameyê de hatiye weÅŸandin: